Hema hema tevahiya çapemeniya cîhanê, rizgarkirina Minbicê weke şahî û pîrozkirinê dît û bi vî rengî jî nîşanî, temaşevan, guhdar û xwînerên xwe kir. Euronews a Ewrûpî, heta bi Bild a Elman, ji BBC´ya Brîtanî heta bi Le monde ya Fransî, bê îstîsna şahî û pîrozkirina rizgarkirina Minbicê dîtin.

Daketina welatiyên Minbicê yên rizgarkirî ya nava kolanan û pîrozkirina bi temamî rizgarkirina bajêr li ber wêne û dîmenên qusandina riha mêran, ji ser xwe avêtina nîqab û çarşefan a jinan, kişandina cixarê bi rêya Reuterê li dinyayê hatin belavkirin.


Hûn çavên me ne!

Hin ji axaftinên welatiyên Minbicê yên rizgarbûyî jî di çapemeniya cîhanê de cih girtin. Welatiyekî Minbicê dema îşaret bi meydana serjêkirinan dike, dibêje, “Ji bo hema hema her tiştî, yan jî bi bahaneya bawernekirina ji Xwedê, wan ew li vir datanî û ser jê dikir. Hemû niheqî bû.”

Yekî din jî dibêje, “Ez şa me, weke xewnekê ye. Ez nikarim bawer bikim. Tiştên min dîtî, kesî nedîtin.”

BBC´yê jî ji devê jineke malavahiya şervanan dike van gotinan radigihîne: “Hûn zarokên me ne. Hûn qehremanên me ne. Hûn xwîna dilê me ne. Hûn çavên me ne. Bicehime DAIŞ.” 


Piştî Minbicê?

Li aliyê din, pirsa, piştî rizgarkirina Minbicê wê çi bibe, rizgarkirina herêmê wê dewam bike, û ka kîjan herêm û bajar wê bibin armanca nû ya rizgarkirinê bi destê hêzên QSD û YPG´ê. Pirraniya çapemeniyê berê pirsê dide ber bi aliyê Reqayê ve.  Di heman çarçoveyê de gotinên rayedarên Emerîkî yên dibêjin, armanca bê ya koalîsyona li dijî DAIŞ´î rizgarkirina Reqayê ye, tên bibîrxistin. Tevî vê di çapemeniyê de şîrove tê kirin ku piştî rizgarkirina Minbicê deriyê DAIŞ´ê yê şandina çeteyan ber bi Ewrûpa û anîna wan a ji Ewrûpa hatiye girtin. 


 NAVENDA NÛÇEYAN