
Bi hev re êriş kirin
Temûş bibîrxist ku komên çete bi armanca dagirkirina bajêr bi navên cûda cûda êrîşî wan kirin. Temûş wiha got: “Di vê pêvajoyê de komên çete yên bi navê artêşa azad û cebhêt Elnusra hemû welatiyên ku di kolanan de didîtin ew bi kuştinê tehdîd dikirin, malên hatine vala kirin dişewitandin û mal û milkê welatiyên bajêr ji aliyê komên çete ve hatin dizîn. Di şerê berxwedana Serêkaniyê de gelek kesên medenî û endamên YPG’ê jiyana xwe ji dest dan heya ku bajêr ji komên çete paqij kirin. Bi qasî 500 kes ji Tirkiyê derbasî bajêr bûn û bi qasî 1500 çete ji aliyê Tilxelef û Mişrafa ve hatin. Çekên di destê komên çete de bi giştî çekên giran bûn. Komên çete yên ku hatibûn herêmê, herêm nas nedikirin, lê bi alîkariya malbat û êlên ereb ên weke Malbata Cedan, malbata Rumanê, Hilo, Idwana malabata Şewax Idwana û êla Niêma alîkariya çeteyan kirin, lê tenê malbata Rumana bi esil ji turkmenanan e.”
Şerê 14 rojan
Temûş axaftina xwe wiha dewam kir; “Me dizanî ku plan li ser bajêr heye ji ber vê me tedbîrên xwe girtin. Ji lewra di demên destpêkê de komên çete her dem digotin ku YPG bi dewletê re ye. Lê me jî ji aliyê xwe de hemû tedbîr li hember ew hêzên çete yên ku di serî bi pergala Sûrî re bûn û piştre jî bûn çete girtin. Ji ber vê me di her taxê de ji şêniyê taxê bi hêzên ewlekariyê dan avakirin. Û weke sazî li bajêr tenê mala gel hebû. Piştî ku di 14 rojan şer berdewam kir navbereke bi qasî 3 mehan de agirbest pêk hat. Sedema wê jî li ser bingehê ku ne em ne jî ew di bajêr de nemînin û gel bi çekên giran aciz nebe. Lê piştî 3 mehan careke din şer destpê kir, ji ber dewleta Tirk alîkariya wan dikir û digot divê hûn bi hêzên kurd şer bikin. Tirkan digot ger hûn şer nekin ezê çekên giran nedim we. Hemû alîkariya madî û menewî ji wan re ji aliyê tirkan ve dihat.”
Temûş da zanîn ku wan di nava 12 saetan de hemû bajar ji komên çete paqij kirin û destnîşan kir ku tevî çekên giran jî çeteyan nekarîbûn li hemberî wan li ber xwe bidin. Temûş ragihand ku wan di encama şer de deriyê sînor ji destê çeteyan derxistine û bi vî rengî pêşî li alîkariya ji wan re dihat dayîn birîne. Temûş diyar kir ku di şerê 14 rojan de Artêşa Azad û Cebhet El Nûsra hev re êrîşî wan kirine û destnîşan kir ku wan di vî şerî de di nava 12 saetan de bajarê Serêkaniyê ji komên çete paqij kirine. Welîd Temûş da zanîn ku piştî bajar hat rizgarkirin beşeke mezin a komên çete ji sînor reviyan Tirkiyeyê yên mayî jî derbasî Til Xelef bûn û axaftina xwe wiha dewam kir: “Gelê bajêr rastiya ku tiştekî bi navê artêşa azad nîne û derdê wan ne paratina welat û gel e dît. Ji ber vê me dît êdî her kes berê xwe dan nava refên YPG û her ku çû beşdarbûna YPG zêde bû. Ne tenê kurd me dît ku êdî ji pêkhateya Ereb, Çeçen û Êzîdî beşdarî me bûn û her çû hejmara me di parastina bajêr de zêde bû.”
MEDYA DÊRSIM/ANF/SERÊKANIYÊ