Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) xelata Sakîne Cansiz li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê diyarî Hevseroka KCD’ê Leyla Guven kir.

Endama Desteya Rêveberiya RJAK’ê Çinor Pênciwênî têkildarî xelatdayînê got; “Me dixwest em li Sekoy Azadî ya li Parka Azadî ya Silêmaniyê vê xelatê pêşkêşî jina bi cesaret Leyla Guven bikin, lê mixabin, asayîşa Silêmaniyê rê neda. Lewma me îro li vir xelata Leyla Guven radestî nûnertiya HDP’ê kir. Guven îsbat kir ku jinên Kurd qehreman û bê tirsin. Timî pêşengiyê dikin.”

Hevseroka Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê, Muzeyen Guneş jî got, ev xelat serbilindiyeke mezin e û got; “Îro Leyla Guven di girtîgehê de xebata siyasî ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Apo û parlamenterên din dike.”