Navê fîlm ji fîlmê klasîk ê derhêner Alaîn Resnaîs ‘Hîroshîma Mon Amour’ tê. Derhêner Bulent Gunduz ji bo kişandina fîlm çû Qilabanê û heta demekê dirêj ligel malbatan ma. Gunduz, di vê derbarê de got: ‘‘Ji bo em beşdarî festîvalê dibin gelekî kêfxweş in. Piştî bûyerê ez û hinek hevalên xwe yên ku bi sînemayê re eleqedar dibin em çûn gund û biryara kişandina fîlm me li wir da. Piştî giriyê dayîkan min biryar da ku ez vî fîlmî çêkim.”
Gunduz li ser senaryoya fîlmê jî wiha axivî: ‘‘Ez, hevala min Handan Yildirim, derhênerê dîtbarî Gokhan Mezarci û operatora deng Îpek Kaya me ekîba xwe saz kir. Fîlmê me rêwîtiyeke ji Parîsê ber bi Diyarbekirê û ji wir jî ber bi Roboskiyê ve. Fîlm bi kontrolên ku li ser rêyan tên kirin berdewam dike. Ev rêwîtî pêvajoya rehabilîtasyona zarokan e. Rêwîtiya wîjdana malbatên mexdûr e. Ev rêwîtî rêwîtiya feraseta meriv û civata Tirkan e.’‘
Festîvala Fîlmên Serbixwe ya Navteweyî ya Stenbolê ya 13’emîn di 13-23’yê sibatê de li Beyoglû, Îstinye Park û Caddebostanê dê bê lidarxistin. Fîlmên festîvalê wekî din dê di 27’ê sibat û 2’yê adarê de li Enqere û Îzmirê jî bên pêşandan.
STENBOL