Di dema lêkolînekê de tilî û destikên ji metal ên hişk ji bo heywanên nerm û nazik ên weke pişemasiyan ne guncaw in, hem wan aciz dikin û hem jî wan diêşînin. Ji ber wê yekê zanyaran robotek çê kir ku tilî û destikên wî nerm in û bi nazik û nazenînî miamale dike bi pişemasiyan re.
Ev robot ji bo boyolojîstên deryayê gelekî bi kêr hatiye ku dixwazin li heywanan li hawîrdora wan a xwezayî bikolin. Jixwe gelek heywan û zindiyên di kûrahiya behrê de gava mirov wan derêxe, yan dimirin, yan jî ji ber ku tav û rohnî li wan dixe diguhere. Ev robotê hanê jî bi hewldanên biyolojîstê deryayê David Gruber ê li Zanîngeha Bajêr a New Yorkê ji aliyê muhendisan ve hat çêkirin ji bo lîkolînkirina pişemasiyan. Li gorî David Gruber, gava ku em karibin nerm û nazik bin beramberî zindiyan, em dikarin bêhtir tiştan ji wan fêr bibin û li ser wan jî bibin xwedî bêhtir agahdarî.
NEW YORK