Kurnstverein Duisburg îsal ji bo babeta xwe ya salê, wê pêşangeha solo ya hunermendê Kurd Alî Zulfikar nîşan bide. Babeta salê Huner û Civak e. Pêşangeha Alî Zulfikar jî bi navê Angesichter (Rûbirûyî) ji portreyan pêk tê ku bi pirrnî bi qelema reş hatine çêkirin. Pêşangeh wê ji 17´ê Çile heta bi 20´ê Sibatê dewam bike.
Serokê komeleya Kunstverein Duisburgê Herbert Gorba, Alî Zulfikarî wekî hosteyekî hunerê xêzkirinê bi nav dike. Ew bi bîr dixe ku berhemên wî xasma fizîkî rûyê mirovan nîşan didin û bi awayekî ji ya asayî û wêde dikin ku ew karekter hazir xuya bikin. Portreya wî ya Erdoganî bûbû sedem ku li Elmanyayê jî meydana azadiya huner bi zexta Tirkiyeyê bê tengkirin, lê Alî Zulfikar xwedî li berhema xwe derketibû û sansurkirina hunerê xwe jî darîçavkiribû.
Alî Zulfikar ji sala 1997´an ve li Elmanyayê dimîne û ji sala 2000´î ve li ser portreyan kar dike. Ew ji bo portreyên xwe dibêje, “Ew ne kopiyên tam ên orîjînalê ne. Ez xwe ji ya nesneya madî dûr dixim, û întîba, xislet û rejeyên taybet ên rohniyê xêz dikim”.
DUISBURG