SELWA EBDULREHMAN / ANHA/MINBIC
Komîteya Jinan a girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê projeyên xwe ji bo pêşxistina aboriya jinan berdewam dikin. Di nav van projeyan de projeya kargeha dirûnê ku bi navê Şehîd Sekîne Eseliyê hate vekirin. Komîteyê amadekirina kargeha dirûnê di vê hefteyê de bi dawî kir.
Di kargehê de 25 jin rojê 7 seatan kar dikin. Berpirsa kargehê Fatima Hemdo got, di kargehê de gelek qadên pisporiyê hene û her kes li gorî pisporiya xwe karê xwe dike. Berpirsa projeyê Fatima Hemdo diyar kir ku ev proje asta aboriya jinan bi pêş dixe û derfetên kar ji jinan re peyda dike.