BIRYAR MIHEMED / ROJNEWS/SILÊMANÎ

Li Herêma Kurdistanê xwendina pirtûkan kêm bûye. Nivîskar û rewşenbîr Mumtaz Heyderî dibêje, di salên 1980’yî de 30 hezar pirtûkên helbestvan Goran dihatin firotin, lê niha heger were çapkirin 10 pirtûk nayên firotin.

Li gorî zanyariyên Rojnewsê ji pirtûkxaneyên bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê bi destxistin, rêjeya çûna pirtûkxaneyan gelek kêm bûye. Ev jî wê yekê diyar dike ku asta xwendinê gelek kêm bûye.

Berpirsê Pirtûkxaneya Awêr ku girêdayî çapxaneya Awêr e ya karê çap û belavkirina pirtûkan dike, di heman demê de yek ji pirtûkxaneyên herî mezin a Hewlêrê ye, Hesen Elî, diyar kir ku rojane 15 ta 20 kes serdana pirtûkxaneyê dikin, kesên ku serdanê dikin jî hemû ne ji bo kirrîn û xwendinê tên. Hinek ji van kesan jî tenê ji bo axaftin û hevdîtinê diçin serdana pirtûkxaneyê.

Hesen Elî bal kişand ser rêjeya xwendina pirtûkan a berê û niha, û got, sala 2013’an rojane 300 ta 500 kesan serdana pirtûkxaneyê dikir, ev yek nîşan dide ku niha rêjeya xwendina pirtûkan gelek kêm bûye.

10 pirtûk nayên firotin

   

Derbarê rêjeya kêm a xwendina pirtûkan de, nivîskar û rewşenbîr Mumtaz Heyderî jî got: “Tevî ku hejmara zanîngeh, dibistan û dezgehên ragihandinê zêde bûye jî, rêjeya xwînerên pirtûkan gelek kêm e. Di salên 1980’yî de 30 hezar pirtûkên helbestvan Goran dihatin firotin, lê niha heger were çapkirin 10 pirtûk nayên firotin.”