Sala 1991’an Rêxistina Nûçegihanên Sînornenas pêşniyaz kir ji bo 3’ê Gulanê wekî ‘Roja Rojnamgeriya Azad’ were qebûlkirin. Piştre Neteweyên Yekbûyî bi armanca piştgiriya azadiya rojnamegeriyê, di 20’ê Cotmeha 1992’ê de UNESCO ya Neteweyên Yekbûyî 3’ê Gulanê weke Roja Cîhanî ya Azadiya rojnamegeran qebûl kir. Bi minasebeta vê rojê nûçegihanên sînornenas raporek belav kir. Rewşa welatên weke Îran, Tirkiye, Iraq û Sûriyeyê di rapora nûçegihanên sînornenas de bi taybetî hatiye nirxandin. Li gor lîsteya ku di raporê de hatiye belavkirin, di nava 180 welatan de Îran di rêza 164, Tirkiye di rêza 157, Iraq di rêza 160 û Sûriye jî di rêza 177´an de ye. Hefteya borî li Efxanistanê 10 rojnamevan hatin kuştin Ew welatê ku zêdetir rojnamevan lê tên kuştin Efxanistan e ku di nava vê hefteyê de di teqînekê de 9 rojnamevan hatin kuştin û rojekê piştî wê li heman welatî rojnamevanekî din hate kuştin. Her wiha li Herêma Kurdistanê ku piştî 1991’ê xwedî desthilata xwecihî ye, piştre avabûna parlamen û hikûmetê, heta niha nekariye bibe herêmeke azad ji bo rojnamevanan. Heta di dema qetilkirina rojnamevanan de ti alikariyek ji bo encambûna doza rojnamevanan nake. Sedema vê jî vedigere desthilata hizbî ya li Herêma Kurdistanê heyî. Xaleke reş e Rojnamevanên weke Soran Mame Heme li Kerkûk, Serdeş Osman li Hewlêr, Kawe Germiyanî li Kelar, Wedat Hisên li Dihokê hatin qetilkirin. Heta niha jî doza van rojnamevanan bi encam nebûye û weke xaleke reş li ser eniya desthilata Herêma Kurdistanê maye. Ji derveyî doza rojnamevanên hatine qetilkirin, li Herêma Kurdistanê her dema pêşbaziyeke siyasî çêdibe, yan di xwepêşandan û nerazîbûnan de, timî rojnamevan ji ber ragihandina agahî û nûçeyan dibin hedef û qurbaniyên yekemîn. NAVENDA NÛÇEYAN