Pergala veguherîn a dunyayê bi awayekî serobino bûbû, li Rojava hate sererastkirin. Rojava, ango Rojava ya Kurdistan, di navenda Rojhilata Navîn de şareke biçûk, bajarokeke wenda û kesnezanî, wek stêrkeke biriqî xwe nîşan da û bala dunyayê kişand ser xwe. Dunya, bi saya Rojava, careke din bi Kurdan û bi Kurdistaniyan hesiya. Dunya miletek naskir. Dunya fikrek naskir û bêhnek hat li ser dunya yê bêhntengbûyî.
Nasînerên Rojava jin bûn. Jin, Rojava dan nasandin. Rojava, bi destê jinan hate nasandin. Lê cûdahiya vê danasînê jî hebûn. Ji ber ku birastî jî heta niha li ser dunyayê hin berhem û babetên ku bi destê jin hatibûn danasîn, ji wan hemûyan jî cûdatir bû. Heta niha mêr hin berhem û babet çêdikirin, jin jî ber wê berhemê laşên xwe nişan didan ku ew berhem wek berhemeke xweş bixuyê. Lê vêcar ne wisa bû. Jin di vir de afirînereke xwedî nasnamê bûn. Xwedî îrada û xwedî berhem bûn jin. Jin di vir de berhemên xwe, marîfetên xwe, ruhên xwe, hêz û qudretên xwe, nêrîn û dîtinên xwe, xewn û xeyalên xwe, tesewir û hunermendiyên xwe nîşandan. Ku di nêrîna jinan de, dunyayeke hê xweş, hê şîn, hê rizgar, hê bidadî, hê ji desthilatdarî dûr, hê jin hebûn.
Li Rojava, dunyayeke wisa hat li ser dunyayê. Ango dunya, li Rojava ji nû ve ji dayik bû.
Bi vî hawî, zayîna tavê jî, ji nû ve terîfa xwe kir. Tav, bi zanyariyeke din za, hil hat. Bi vî hawî can girt jiyan jî. Ji ber ku tav, cara yekem siya xwe bi nêrîn û ruhiyeta jinî ve belavî li ser axê kirîbû. Ax, bi helwest û şêweya jinî ve li şûna xwe liviya û ber da bû. Bi vî hawî, berdariya axê jî, bi nûjeniyeke din xwe nîşan da. Şînbûyîna dunyayê bi rengeke din xwe xuyand. Çandên qedîm, çandên cuda cuda, baweriyên bi her awayî, têgihîştinên bi her şiklî hatin ser xwe, hêstên serxwebûnê tehm kirin, cardin pê xwe hesiyan, nirxê ked û xebatê dîtin, şahîdî encama serîrakirin a bindestan bûn.
Azadkirina Rojava, ne tenê karkirineke siyasetê bû. Ji dîrokê jêbûyî jî nebû ev şoreşa hanê. Ji zanyariyê ve, ji ramaniyên dunyayê ku heta niha mirovahî kom kirîbû, ji wan hemûyan hayadar vebû ew tava Rojava. Ji ber wê, ji hemû fikrên cûda re, ji hemû kedan re, ji nirxên ku di nav hemû reng, çand û bawerî de pêhatî re rêzdar bû zayîna vê tavê.
Îsal Roja Jinên Kedkar ên Dunyayê, bi vî hawî, ango bi vî ronahiyê ve tê pîrozkirin. Di vî pirozbahiyê de ew rojên ku li Rojava hate hilanîn, cihê xwe ya xwedî momenteke bêhempa li ser dîrokê xêz kir û ev roja pîroz û dîrokî bi şêweyê xwe ya nû pîroz kir. Roja Jinên Kedkar a Dunyayê pîroz be.