
Qonaxa duyemîn a pêngavê wê bi paqijkirina herêmên rizgarkirî ji mayinan û xurtkirina çeperên li van herêman dewam bike. Şervanên vê pêngavê bang li ciwanên Êzîdî kirin ku ji bo rizgarkirina Êzîdxanê û mirovên dîl hatine girtin, tevlî nava refên YBŞ’ê bibin.
Şervanê YBŞ’ê Nûrhak Êzîdxan bal kişand ser pêngava ‘Tolhildana Jinên Êzîdî’ û got: “Bi pêşengiya YBŞ/YJŞ‘ê gelek gund hatin rizgarkirin. Pêngava me bi rengekî serketî dewam dike. Divê hemû ciwanên me tevlî pêngava hilanîna tola jinên Êzîdî bibin û ji bo rizgarkirina hemû gundên Şengalê bi berpirsyarî rabin. Bi vî rengî em dikarin bi ser bikevin û bi lez encamê bigirin. Roj ne ew roj e ku mirov li mala xwe rûnên û li rewşê temaşe bikin. Roj roja têkoşîna ji bo azadiya welat e. Divê em destûrê nedin ku axa me ya pîroz careke din bikeve destê çeteyan û dagirkeran. Ji bo di dema pêş de trajediya bi heman rengî rû nede, lazim e em îro bi erka xwe rabin.”
‘Gundên mayî jî werin rizgarkirin’
Şervanê YBŞ’ê Berxwedan Şengalî jî destnîşan kir ku ew ê tola jin û zarokên Êzîdî hilînin û tevahiya Êzîdxanê rizgar bikin. Şengalî işaret bi encamên erênî yên pêngavê kir û wiha axivî: “Bêyî şehadet û birîndariyên cidî rû bidin, pêngava me dewam dike. Li ser vê bingehê gelek gund hatin rizgarkirin. Em niha li herêmên hatine rizgarkirin çeperên xwe xurt dikin. Piştre wê qonaxên nû yên pêngavê dest pê bikin û gundên mayî jî werin rizgarkirin.”
Banga tevlîbûnê
Şervanê YBŞ’ê Şahîn Xanesor anî ziman, pêngav heta niha bi rengekî serketî dewam dike û ew bi moral û hêrsa tolhildanê cihê xwe di nava pêngavê de digirin.
Her wiha Xanesor da xuyakirin, heta hilanîna tola hemûjinên Êzîdî ew ê berxwedana xwe bênavber bidomînin û got, “Ji bo pêngav rê li ber serketinên mezintir veke û herêm bi temamî were parastin, em bang li civaka xwe bi taybetî ciwanên Êzîdî dikin, ku tevlî nava refên YBŞ’ê bibin. Rizgarkirina Şengalê ji çeteyan û pêşîgirtina li fermanên nû, bi tevlîbûna li nava YBŞ‘ê dibe. Li ser vê bingehê bang li her kesî dikim, ku heta dawiyê ji bo azadiyê şer bikin.”
ROJWAR KARAKOÇAN / ANF / ŞENGAL