Dewleta Tirk a dagirker 9´ê cotmehê bi fermana Tayip Erdogan êriş bir ser destkeftiyên şoreşê. Li hemberî tevgera qirkirinê ya dewleta Tirk a dagirker berxwedan her ku diçe mezin dibe. Gelê Kurd tevî pêkhateyên herêmê hemûyan bi ezmûneke dîrokî li ber xwe dide û têdikoşe. Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) têkildarî êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da. Daxuyanî li baxçeyê xwendinê yê bajarê Qamişlo hate xwendin. Daxuyanî ji aliyê endama TEV-DEM`ê Gulê Hesen ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de îşaret bi van xalan tê kirin: “Îro dewleta Tirk a dagirker careke din ji bo qirkirina gelê Kurd û dijminatiya gelan bi êrişên hovane tê ser Rojava û Bakurê Sûriyê. Faşîstê sedsala 21’emîn Erdogan û desthilatdariya wî AKP 8 sal beriya vê ji roja destpêkê heta roja îro bi hewesa dagirkeriyek mezin hertim bi pirsgirêk, şer û nakokiyên navxweyî yên Sûriyê re eleqedar bûye. Hîn di rojên destpêkê de bi azwerî û hewesa dagirkeriyek ku ji ser xwe biçe destnîşan kir ew ê di mizgefta Emewî de nimêj bike. Ji bo vê jî piştgiriya hemû hêzên li dijî gelê Kurd û dewleta Sûriyê kir. Bi wê baweriya bi çeteyên faşîst bi biryardarî got, “Kobanê ket, ew ê bikeve”. Ev çeteyên faşîst ên DAIŞ’ê wexta bi hezaran jinên Êzîdî li bazarên kole difirot, di nava agir de bi qirçeqirç mirov dişewitandin û li ser serê mirovahiyê bûbûn bela faşîstê Erdogan û desthilatdariya wî bi van çeteyan re bazirganî dikir.
Rojên rûmet û kerametê ev roj in
TEV DEM´ê di dewama daxuyaniyê de bal kişand ser destkeftiyên şoreşê û got: “Bi piştgiriya mezin a mirovahiyê û bi qehremantiya keç û xortên Kurd ku zêdetirî hezaran şehîd û bi bedelên mezin li Kobanê DAÎŞ têk birin dihat wateya ku faşîstê Erdogan ji dilê xwe derbe xwar. Piştre li Minbic, Tebqa, Reqa, Dêrazor û herî dawî li Hecîn û Baxozê DAÎŞ´ê derbên mezin xwar û têk çû. Di vê berxwedanê de xwîna gelên Kurd, Ereb, Xiristiyan, Çerkez, Çeçen, Tirkmen bi hev re rijiya û tevî hev bû. Jiyana azad û demokratîk li ser van nirxên pîroz hat avakirin. Têkçûna çeteyên faşîst ên DAÎŞ’ê û ev modela jiyana hevpar û demokratîk a gelan faşîzma AKP’ê dîn û har kir. Ji ber ku faşîzma Erdogan, çeteyên DAÎŞ û Nûsrayê ji heman çavkaniya îdeolojîk xwedî dibin. Ji ber vê sedemê têkçûna îdeolojîk a DAÎŞ’ê weke têkçûna xwe nirxand. Têkoşîna Kurdan ku bi gelê Ereb û Xiristiyan re li dijî faşîzma DAÎŞ’ê da bêguman ne bi hêsanî bû.
Divê em mil bidin mil û li ber xwe bidin
Di dawî de TEV DEM´ê li ser êrişên dewleta Tirk jî ev nirxandin kir: “Li hemberî ev tevgera qirkirinê ya ku dewleta Tirk dike gelê Kurd bi ezmûneke dîrokî û bi berxwedaneke dîrokî re rûbirû ye. Gelê Kurd roja îro pêwîstiya wê ji her demê zêdetir bi yekitiyê heye ku bi ruhê berxwedaneke hevpar hebûna xwe biparêze û berxwedena parastina azadiya xwe pêş bixîne. Gelê Kurdistanê divê tu cudahiyê nexe nava parçeyan, nebêje ev xwediyê vê nasnameyê ye û cudahiya partiyan neke. Li Kurdistanê û derveyî welat li her derê divê mil bi mil li ber xwe bidin. Gelê Kurd divê bizanibe ku hêza xwe ya herî mezin ji mafdarî û rewabûna xwe digire, yek jî teqez divê yekitiya xwe ava bike û berxwedaneke hevpar pêş bixînin. Ew rojên ku em dibêjin rojên rûmet û kerametê ev roj in. Beriya her tiştî em mafdar in. Eniya me vekirî ye û em serbilind in. Li ser navê mirovahiyê ku li dijî DAÎŞ’ê me şer kir û bi parastina rûmeta mirovahiyê em serbilind in. Ji ber vê sedemê wijdanê mirovahiyê bi me re ye. Divê em bi hemû hêza xwe li ber xwe bidin. Kurd li ku derê bin divê cihên bav û kalên xwe, gundên xwe, bajarokên xwe û xaka xwe tu carî terk nekin.”
QAMIŞLO