Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewrûpayê (KCDK-E) da xuyakirin, ku çeteyên AKP/Qesrê û hemû saziyên dewletê piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê bi awayekî vekirî li dijî gel û nûnerên gelê Kurd û têkoşîna azadiyê şerê topyekûn dane destpêkirin. Di daxuyaniya KCDK-E de wiha hat gotin, "Dewleta Tirk a faşîst bi vî şerî re dixwaze bajarên Kurdan birûxîne, demografiya bajaran biguherîne û komkujiyê bike. Ev şerê topyekûn tevahiya Kurdan hedef digire. Dagirkirina Cerablûsê û êrîşa li dijî Rojava li pêş çavên tevahiya cîhanê pêk hat. Ji aliyekî ve dagirkirina Cerablûsê û êrîşa li dijî Rojava, li aliyê din jî hewldanên tesfiyekirina nûnerên gel û desteserkirina şaredariyên li bakurê Kurdistanê dewam dikin.

Li dijî ragihandina xwerêveberiya gel, ev şerê vînê gihîştiye asta girtina nûnerên gel û desteserkirina şaredariyan. Bi vî awayî li dijî vîn, ax û Rêbertiya bi mîlyonan mirovî pêvajoyeke êrîşan hatiye destpêkirin.

Ev pêla êrîşan gelê Kurd û her kesên mûxalîf hedef digire. Di vê çarçoveyê de bi hezaran kes tên şopandin, kedkarên perwerdeyê ji kar tên derxistin, rojnamevan, rewşenbîr tên girtin. Ev zîhniyeta faşîst ku bi rêya qeyûman dest danîn ser şaredariyên me, bi vî awayî dixwaze vîn, hebûn û axa me desteser bike. Em li ber vê radibin. 

Em bang li gelê xwe, şoreşger, demokrat û her kesî dikin ku xwedî vîn, ax û Rêberê xwe derkevin. Em bi hemû derfetên xwe dakevin kolanan û bi rengekî demokratîk nerazîbûna xwe nîşan bidin. Roj roja xwedîderketina li têkoşînê ye.

Em bang dikin, ku ji 19 heta 23'ê Îlonê her êvarê saet di 19:00 de bi dirûşma 'Em xwedî li şaredariyên xwe derdikevin' li her cihî dakevin qadan û çalakiyan lidar bixin." 


 NAVENDA NÛÇEYAN