Di Rêbendana 2011’an de ev belgeyên ji aliyê Wikileaksê ve hatibûn weşandin ku têkiliyên veşartî yên di navbera rayedarên DYA’yî û Tirk de jî ku ji bo girtina Roj TV’yê bazar dihate kirin, jî ji bo dadgehê hate pêşkêşkirin. Bazarî û hevdîtinên DYA-Tirkiyê û Danîmarkayê yên sê alî jî hatin vegotin.
Li paytexta Danîmarkayê Kopenhagê duyemîn danişîna Doza Roj TV’yê ku di 15’ê Tebaxê de dest pê kiribû doh jî berdewam kir. Danişîna dozê saet di 09.30 saeta Kopenhagê dest pê kir. Parêzerê parastinê di serê dozê de destnîşan kir ku ev doz dozeke azadiya ramanê ye û di vê mijarê de ji dîroka Danîmarkayê mînak dan. Parêzer Biorn Elmquist destnîşan kir ku têkoşîna azadiyê û terorîzm tiştên cihê ne, hewldana hikûmeta AKP’ê ya çapemeniya nêz mînak da.

Elmquist, derbarê zagona anti-terorêya Danîmarkayê de jî xeber da û got, “lê ev dozeke siyasî ye û ew ê parastina xwe bi vê çarçoveyê diyar bike.”


13 îtîrafkaran jî li dijî Roj TV'yê îfade dane
Parêzer destnîşan kir ku 13 kesên îtîrafkar ji bo ku dewleta Tirk wan efû bike, buxtan xistine stûyê Roj TV. Li ser vê yekê parêzer li dij derket, lê serokêdadgehê xwest ku parêzer bidomîne. Parêzerê parastinê bal kişand ser nameya 56 şaredarên DTP’a kevin ku ji bo Roj TV neyê girtin ji serokwezîrê Danîmarkayê Anders Fogh Rasmussen re şandibûn. Destnîşan kir ku ji ber vê nameyê doz li şaredaran vebûye û hatine mehkûmkirin.
Di nav de mebûsên BDP’î û her wisa heyeta tirkan jî dozê dişopînin. Çapemenî jî dozê zêde dişopîne.
Parêzeran di danişîna roja duşemê de çûyîna dozgerên Danîmarkî ya Tirkiyeyê û hevdîtina bi rayedarên Tirkiyeyê re û paşê nameya spasiyê ya ku şandine ji rayedarên Tirkiyeyê re derxistin holê û xwestin ku doz ji ûsula xwe de were xerakirin. Her wisa gotin bil ali her du dozgerên ku çûbûn Tirkiyeyê jî were guhdarîkirin, lê her du daxwazên parêzerjî hatin redkirin. Di îdîanameyê de gelek xalên balkêş hebû, yek ji wan jî cil û bergên Kurdî bûye unîformayên terorîstan. Yanî cil û bergên ku Kurd li xwe dikin kirine unîformayê terorîstan, di îdianameyê de hate gotin ku nûçegi,han û pêşkeşvanên Roj TV cil û bergên (unîformayên) terorîstan li xwe dikin. Parêzerê Roj TV derbarê vê yekê de îtiraz kir. Îcar ew îtriaza wî hate qebûlkirin.

Bila Sekreterê Çapemeniyê were guhdarîkirin
Sekreteriya Çapemeniyê ya Danîmarkayê delîlên bo girtina Roj TV’yê têr nedîtiye û hewce nedîtiye ku ji ber wan delîlan Roj TV were girtin. Parêzerê Roj TV’yê anî zimên ku divê li sekreterê çapemeniyê were guhdarîkirin.
Derbvarê îdiaya ku PKK pere dide Roj TV de jî parêzer got li Danîmarkayê ev yek nehatiye îspatkirin û televizyon bi bexşandina gelê kurda ekonomîk li ser piyan e. dozger li dijî vê derket lê dadger xwest ku parêzer bidomîne.
Parêzer derbarê şerên li cîhanê de û her wisa nûçeyên di televizyonên Danîmarkayê de derketine wekî dosyeyeykê pêşkêşî dadger û heyeta dadgehê kir.

Belgeyên Wîkhileaksê jî hatin pêşkêşkirin
Parêzerê Roj TV’yê pirsa belegeyên ku di Rêbendana 2011’an de di Wikileaksê de hate weşandin jî kir. Belgeyan derxistibû holê ku ji bo Roj TV were girtin DYA rasterast midaxîl bûye. Her wisa di Nîsana 2009’an de, di civîna bilind a NATO’yê de ji bo ku serokê Danîmarkayê Rasmûssen bibe Sekreterê Giştî yê NATO’yê jî Tirkiye şertê girtina Roj TV’yê dabû ber wan an ne Tirkiye şantaja vetokirina serokatiya Rasmûssen kiribû.

Parêzer xwest ku Osman Baydemîr, Leyla Zana, Haluk Gerger, Kerim Yıldız, şaredarê kevin ê Colemêrgê Metin Tekçe, şaredarê kevin ê Geverê Salih Yıldız û rojnamegerê Danîmarkî Jacop Sunssen jî were guhdarîkirin. Dozger li dijî vê derket.

KOPENHAG