Ev ne cara yekeme ku li ser Kurdan û saziyên wan dek û dolab tên gerandin.
Pirancar berjewendiyên gelê Kurd bûne qurbana berjewendiyên welatên Ewropayê.
Ev çend rojin li ser girtina Roj TV tê axaftin.
Carêke din bebextî û carêke din leyistik.
Vê gavê de EUTEL SAT bîryar da.
Peymana di navbera EUTEL SAT û berpirsiyarên weşana Roj TV yekalî hat xerakirin.
Tenê aliyêk çawa dikare peymanêkî tune bihesibîne û tu xebera aliyê din tune be?
Ev yek di demeke xeter de pêk hat.
Li Tirkiyeyê siyasetmedarên Kurd di bin tadeyêke tund de ne.
Her diçe siyasetmedarên Kurd tên girtin.
Her diçe mafê gelê Kurd ji destê wan tê girtin.
Her roj kuştin heye.
Xanî carêkî din tên şewitandin.
Û çawa dibe li Ewropayê di demêke wisa de mafê çapamaniyê tê qedexekirin.
Li Ewropayê herdem li ser azadiya ramanê tê axaftin.
Dibêjin medya azad e.
Dibêjin çi Ewropî çi beyanî herkes dikare ramanen xwe bînin ser ziman.
Li Ewropayê welatên Rojhilata Navîn dihatin rexnekirin.
Sedem herdem, qedexekirin, astengkirina azadiya ramanê bû.
Lê îro li Ewropayê dengê ramanê tê qedexekirin.
EUTEL SAT li Fransayê ye. EUTEL SAT dengê Roj TV qût dike; Danîmarka li dijî Roj TV li dozê digere.
EUTEL SAT li Fransa ye û Fransa di heman demê de li Parlamanê li ser jenosîda Ermeniyan bîryareke êrenî da.
Li Tirkiyeyê li dijî Fransayê çalakiyên berfireh hatin li darxistin.
Wek tê zanîn car caran welat bîryarên tund di derheqê welatên din didin û bi vê yekê dixwazin bikevin nav têkiliyên nû û carêkî din pirsa gelan bikin qûrbanê berjewendiyên xwe.
Vê carê jî wisa dibe.
Di pişt deriyên girtî dîsa bazar heye û em di demêkî nezik de bibînin çi bazarî hatine çekirin û Tirkiyeyê ji bo vê gava qirêj kijan derî ji Fransayê re vekirine.
Di sala 1924’an de li Lozanê Kurd bûn qurbana peymanêke navnetewî û 2012’an de carêke din li Ewropayê dixwazin Kurdan bikin qurbana polîtikaye.
Bê Roj TV mirov li Ewropayê nikarîbû li ser kiryarên Tirkiyeyê li Kurdistanê tiştêkî bibihîze.
Roj TV dengê gelê Kurd bû û yekser nûçeyên operasyonên Tirkiyeyê, kuştin û zordariyên ku ji aliyê hezên ewlekar ya Tirkiyeyê dihatin bikaranîn, belav dikir.
Dema polîsên Tikiyeyê milê zarokêkî şikandin, wenêyên vê hovîtiyê ji aliyê Roj TV ve hatin belavkirin.
Dema çekên kîmyevî yên Tirkiyeyê komkûjî bikar anîn, sîvîn hatin kuştin, siyasetmedarên Kurd hatin girtin, Roj TV nûçe belav kirin... Bi hezaran mînakên vê yekê dikare werin rêzkirin.
Roj TV ji bo gelê Kurd wek roj bû.
Her roj bi Roj TV destpê dikir.
Dawiya rojê bi Roj TV dihat.
Lê herdem qedexe, tade û xeter hebûn.
Dîsa jî rê hatin dîtîn.
Dîsa jî hêvî xelas nebû.
Derfeta Kurdan heye: dê deh Roj TV’yên din vebin. Jiyan berdewam e.