Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ev bûn 50 roj ku di greva birçîbûnê de ye ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Doh li 9. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê rûniştina doza wê hebû û guven a parlamenter nehat berdan. Guven weke helwêsta li dijî tecrîda li Îmraliyê beşdarî rûniştina dozê nebû.
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, parlamenterên HDP'ê Ayşe Acar Başaran, Selçûk Mizrakli, Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Semra Guzel, Ebrû Gunay, Meral Daniş Beştaş, Salîha Aydenîz, Mûsa Farisogûllari, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Remziye Tosûn, Tayîp Temel, Omer Farûk Gergerlîoglû, Hişyar Ozsoy, Îmam Taşçier, aktîvîstên TJA'yê, Hevserokê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Mehmet Arslan, Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Onûr Hamzaoglû û zarokên Guven di dema rûniştinê de amade bûn.
Ji bo tinekirina siyaseta Kurd dişixulin
Di rûniştina dozê de, serokê dadgehê yê ku beriya niha biryara berdana Guven dabû, hate guhertin. Dozgeriyê jî xwest, Guven girtî bimîne. Parêzer Reyhan Yalçindag diyar kir ku ji destpêka dozê ve pîvana dadgehkirina adil hatiye binpêkirin û bi bîr xist ku ne tenê Guven her wiha Îdrîs Balûken û siyasetvanên din jî tên dadgehkirin.
Yalçindag diyar kir, dosya hiqûqî nîne, siyasî ye û got, "Dadgeh bi wê erkê radibin ku siyaseta Kurd bi rê û rêbazên cuda ji holê rakin."
Yalçindag diyar kir ku ew ê miracaetî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê bidin.
Parêzer Cemîle Tûrhalli Balsak û Şivan Cemîl Ozen jî xwestin, mexdûriyeta hiqûqî ya ku rê li ber hatiye vekirin, ji holê bê rakirin.
Heyeta dadgehê bi îdîaya "gumana xurt a sûc" biryar da ku Guven girtî bimîne. Rûniştina dozê ji 25'ê Çileya 2019'an re taloq kir.
Sedema krîzê tecrîd e
Pervîn Bûldan piştî rûniştina doza Leyla Guven daxuyanî da û got, divê rakirina tecrîdê demildest bibe rojev.
Bûldan di daxuyaniyê de bal kişand ser greva birçîbûnê ya Leyla Guven û got, "Leyla Guven ji bo ku balê bikişîne ser tecrîdkirina Abdullah Ocalan û ji bo tecrîdê bike rojev dest bi greva birçîbûnê kiriye.
Yek ji sedemên sereke yên krîz û kaosa Tirkiyeyê nêzîktêdayina li pirsa Kurd, girtîbûna nûnerên gelê Kurd û li Girtîgeha Imraliyê tecrîdkirina Ocalan e. Em jî dubare dikin; daxwaza Leyla Guven daxwaza me hemûya ne, ya bi milyonan mirovî ye. Tecrîd demildest divê rabe û demildest dawî li vê neheqî û nehiqûqiyê were."