Greva birçîbûnê ya bêdawî û nedorveger ku Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ji bo ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe, ji 8’ê Mijdarê ve didomîne, kete roja 77’an. Ji 10’ê Çile û vir ve, ji ber ku rewşa tenduristiya wê giran bûye, Guven nikare bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Pêr jî nekarî bi keça xwe re hevdîtinê bike

Em ji rewşa wê bi fikar in

Parêzera Guven, Cemîle Turhalli Balsak li ser rewşa Guven axivî û got, “Em bi wê kesê re ku refaqeta Guven dike, axivîn. Li gorî agahiyan, rojena Guven li xwe kêm dike. Ev 2 roj in qirika wê diêşe. Em ji ber rewşa wê bi fikar in.”

Ji ber nerehetî û aciziya xwe jî li Leyla Guven êdî nikare tiştekî vexwe jî. Pêr jî hatibû ragihandin ku Guven muayeneya doktoran red dike.

8 hepsiyên din tevlî greva birçîbûnê bûn

Ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan çalakiyên greva birçîbûnê li hepsên Tirkiyeyê û Kurdistanê bi biryardarî dawam dikin.

Li Hepsa Tîpa L ya Kalkandere ya Rîzeyê 8 girtiyên din dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û nedorveger kir.

Hepsiyên bi navê Mûrat Şîmşek, Erdem Akti, Ozgur Eksîk, Şiyar Kara, Orhan Şeker, Huseyîn Yildiz, Mûstafa Turkan û Veysel Guler ji 5’ê Çile ve di greva birçîbûnê de ne. 

 

ANF/AMED