Lê mixabin, di dîroka mirohahiyê de mînakên bi vî rengî ne zêde ne. Her ku şer zêde bûne, di nav însanetiyê de bêhawatî ya şerê jî gav bi gav pêyda bûye, cur bi cur xwe daye pêş û di nav şerên cûda de hê bi awayekî zelalî hatiye ber çavan. Di vê navberê de sedem û naveroka şeran jî xwe guhertin... Ne tenê ji bo herêmekî, ne tenê ji bo welatek an jî axekî, ji bo her berjewendiyê cur bi cur şerên taybet hatin meşandin û bi qurnazî û quretî ya jî dewlemendiya xwe zêde kirin ev şerana... Bi vî şiklî, her çiqas ku di dîrokê de şerên şerefê, şerên rûmetê hebûn û li meydanan, li qadan dihatin meşandin û encama xwe bi awayekî rûmetî digirtin, şerên nûjen jî ewqasî bêpîvan û bêmaf in. Di serdema modernîzmê de jî bêhtir şerê veşartî, şerê dizî, şerê bênav û nenav, şerê bê pîvan, ji ber van yekan jî şerê ji şerên fermî dijwartir diqewimin.
Wek mînak, em behsa şerê Îlyada dikin, behsa Hektorê dikin, şerek û mirineke însanek e... Lê bi hezaran sal bandora xwe damandiye. Lê di şerên nûjen de, hezaran însan bi lehengetî jiyana xwe ji dest didin, lê qasî Hektorê nikarin bibin mijara behsan. Çi ku di şerên nû de, pîvanên şerê jî ne diyar in ev yek, yeka din jî hezaran Hektor bi qurnazî, bi veşartî tên kuştin û her roj bûyerên bi vî rengî tên meşandin li ser gelên bindest. Serdestî û bindestî şewaz guhentine jixwe, ne hêz, ne felsefe, ne nêrîn û ne pîvan, quretî û qurnazî bi her awayî serketiye. Bûyerên wekî mirina Hektor jî her roj, her çirk tên quwimandin, demjimêrek jî derbas nabe kû xortekî wekî Hektor di av kolanekî de, di nav çalakiyekî de neyê kuştin...
Vêcar bîranîn jî bi şikleke din tên jiyîn. Taybet jî li Kurdistan, mêjiya însan bi roja bîranînan serobino ye. Rojek jî nîn e ku ne bi roja jiyana xwe ji destdayîn a lehengekî nebe. Rojek jî nîn e ku demsala komkujiya gelekî tune be, roj nîn e ku ew roj di jiyana me de wendakirina stêrkeke me tunebe.
Taybet şerekî em bejin 40 saliya xwe werdigerîne, şerê azadiya Kurdistanê, di her rojê xwe de êşa birîna Hektorek heye. Em tenê Kurdistan hildin dest, li vir jî wek Hektor têgihîştî, zana, xwedî pîvan û xwedî nirx, wek Hektor bi cesaret, xwedî şêwaz, xwedî nêzîkahî û xwedî sekneke birûmet hezaran însan roj bi roj, demjimêr bi demjimêr, çirk bi çirk, kolan bi kolan, mal bi mal, qar û meydan nehîştin, ax û zevî nehîştin, ser rê û li kêleka avahiyek, li çiya û li deştan, li her derê kuştina cangoriyek, roja bîranînan wan dilê me dorpêç kiriye. Wek mînak vê sibehê ez rabûm, li rojê nêhêrim, roja çend komkujî, çend şêhîdkirina lehengên qehreman e ev roj.
Ji ber wê jî, li Kurdistan her roj Hektorek bi jiyana xwe xwedî destan derketiye qadê, lê kêmasî tenê kêmbûna Homeros'an e... Ew jî gav bi gav xwe digihînin êdî...