SEMİRA ŞEHABİ / SILÊMANÎ / ROJNEWS

Doh roja cihanî ya Mafê Mirovan bû. Her sal bi awayên cihê ev roj tê bibîranîn. Lê binpêkirinên mafan dewam dikin. Tenê li Herêma Kurdistanê di nava 10 mehan de, 9 hezar û 265 binpêkirin çêbûne.

Sala 1948’an, Civata Giştî ya Neteweyên Yekbuyî, 10’ê Kanunê weke roja cihanî ya Mafê Mirovan pejirand. Ango doh 70’emîn salvegera roja cihanî ya Mafê Mirovan bû. Bi taybet li Herêma Kurdistanê binpêkirinên berçav yên li hemberî mafê mirovan tê kirin.

Li dijî mafê jinan

Li Herêma Başûrê Kurdistanê, di asta malbat, civak û desthilata siyasî de mafê jinan eşkere tên binpêkirin. Ji şideta heta digihîje kuştinê heta bi bêparhiştina ji maf û azadiyan, ev binpêkirin diçin.

Gelek caran navendên têkoşîna li dijî şideta li dijî jinê bixwe rastî şidetê tên. Wek mînak, di 29’ê Mijdara 2018’an de êrişeke çekdarî li ser îdareya rêveberiya têkoşîna li dijî şideta beramberî jinê a li bajarê Silêmaniyê hat kirin.

Li gorî rêjeyên vê îdareya bixwe rastî êrişê hatî, di nava 10 mehên 2018’an de, li Herêma Kurdistan 104 jin yan hatine kuştin, yan jî xwe kuştine. Herwiha 224 bûyerên şewitandin û xwe şewitandina jinan çêbûne. 8 hezar û 141 doz ji aliyê jinan ve hatine vekirin.

Binpêkirina mafê zarokan

Ji ber şerê DAIŞ´ê li Iraq, Sûrî, Rojava û Başûrê Kurdistanê gelek penaberan xwe li Başûrê Kurdistanê girtiye. Yên ku herî zêde di şertên zor de dijîn jî zarok in. Li gorî anketeke rêxistina Zarokan a Parêzên Kurdistanê, tenê sala 2018’an li bajarê Silêmaniyê 384 zarok weke karker dixebitin.

Ev zarok ji sedî 96’ê wan zarokên malbatên wan penaber in.

Li gorî berpirsekî ofîsa Mafê Mirovan a li Germiyanê, di 9 mehên sala 2018’an de, 70 bûyerên binpêkirina mafê mirovan li dijî zarokan pêk hatine. Ev bûyer zêdetirî xwe lêdan bûn.

Binpêkirina azadiya siyasî

Li Herêma Kurdistanê, li gorî qanûna hizbên siyasî a sala 1992’an hemû welatiyên Herêma Kurdistanê dikarin hizbeke siyasî damezrînin. Lê qanûn tenê li ser qaxezê ye.

Weke mînak, hizba Komînîsta Karkeran sala 1993’an hat damezrandin. Ji ber ku tenê rexne li desthilatê girtin, rastî êrişan hat û endamên wê neçarman ji Herêma Kurdistanê derkevin. Di hilbijartinên Parlamena Iraqê ya dawî de, 6 endamên vê partiyê ji ber hilawistina posteran, li bajarê Silêmaniyê hatin girtin.

Herî dawî jî di hilbijartinê 30’ê Îlona 2018’an a Parlamena Herêma Kurdistanê de, Tevgera Azadî hate astengkirin.

Ji bilî vê yekê ofîsên Tevgera Azadî jî hatin girtin.

Binpêkirina mafên rojnamevanan

Di salên dawî de li Herêma Kurdistanê gelek rojnamevan hatin qetilkirin. Hikumetê ti kujer negirt û lêkolîn neda destpêkirin. Di peyameke Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê de, tê gotin, ‘Herêma Kurdistanê ji bo kujerên rojnamevanan bûye jîngeyeke aram.’

Li gorî rêjeya sentera Metro ya ji bo Parastina Mafên Rojnamevanan, ji serê sala 2018’an heta niha, 250 binpêkirinên mafên rojnamevanan hatine tesbîtkirin.