Tîrêjên van her sê salên dawî yên herî xurt ên roja me, xwe dan der. Gelo roja me ji nû ve hişyar dibe û dikeve dereke çalaktir de? Îna bihurî roja me ji Mijdara 2017´an ve tîrêjên xwe yên herî xurt dan der. Ev tîrêjên hanê xwe li wan deverên demkî tarî û nisbeten sar ên rojê didin der. Li van deveran meydaneke zêde xurt a manyetîk heye. Zanyar van tîrêjan li gorî xurtiyê di navbera C, M û X de disnifînin. Tîrêjên M 10 caran ji C xurttir in û 10 caran jî ji X´ê lawaztir in. Ev tîrêjên înê dan der, di kategoriya M´yê de bûn, yanî ne dêwane bûn, lê li gorî kêm çalakbûna rojê ya van salên dawiyê teqîneke xurt bû. Yanî zanyar difikirin ku piştî 11 salan roj bikeve qonaxeke xwe ya ji berê çalaktir. Lewma zanyar her wiha difikirin, dibe ku dewreke ”solar minimum” (herî kêmbûna çalakiya rojê yan jî binê çalê) dest pê bike. Lê em tenê dikarin di nava demeke dirêj de piştrast bibin, ka em gihiştine binê çalê û dest bi dewreke çalakbûnê dikin yan na.
NAVENDA NÛÇEYAN