
Di wêjeya Kurdî de hejmarek klîşe hene. Ez bi xwe ji ber hebûna hinek ji van mijarên berdewam ku di wêje û hunera Kurdî de hene, ne aciz dibim û ne jî sar dibim. Bi tenê heger di berhemê de şert û mercên hunerî hatibin pêk anîn, ango berhem bi hunermendî hatibe hûnadin, bes e. Ji ber ku wêje û huner mijarên xwe ji jiyanê digirin. Heger gelê Kurd ji ber nasname, çand, ziman û xwebirêvebirinê bi zext û dijwariyan re rojane rûbirû dimîne, hunermend çawa dikare çavê xwe li van neheqiyan miç bike û bibêje, min çi jê ye! Serê min ji jankêşiya gel naêşe! Derdê gel ne derdê pênûs û firça min e. Kî bibêje, hunermendeke rasteqînî nikare bibêje.
Zext û zora hêzên dewletê li gundî, şoreşger û kesên sivîl, metodên cuda yên êşkencekirinê, koçberî û hesreta li welat, jiyana sergêjekî ya li bajarên mezin, serhildanên li hemberî adetên klasîk, jiyana kesên navdar û hwd. Bi raya min, yek ji klîşeyên herî naskirî yên wêjeya Kurmanciyê ku di gelek berheman de heye; roja pêşî ya dibistanê û pirsgirêka zimanê dayikê ye. Hewldanên mamoste yên krîmînalîzekirina zarokên biçûk ên ku li dibistanê bi Kurdî diaxivîn.
Ew şoka pêşî ya zarokên Kurd a ji ber nezanîna zimanê Tirkî, di gelek berhemên wêjeyî û gotaran de hatiye neqişandin. Ew dema ku zarokên Kurd di wî temenê xwe yê biçûk de bi rastiyeke tal têne hemberî hev. Ew kêliya ku rastiya jiyanê hê di temenekî biçûk de wek şeqameke hişk li rûyê wan zarokan dikeve.
Zarokên ku ji tirsan navê xwe ji bîra dikirin, yên ku bi çavekî bêhêvî li hevalê/a li kêleka xwe dinihêrîn da ku bi peyveke biyanî derdê wî/wê çareser bike, ew xwêdana sar a ku xwe bi zorê di nava çermê taze yên zarokan re dida der... Ew zimanê ku li malê bê rawestan li her cure peyvan digeriya, ew guhê wan ên biçûk ku hemû peyvên mêvan û maliyan bi wate dikir, lê ti tişt ji mamosteyê kinc cuda fêm nedikir.
Dibe ku ev klîşeya berdewam a roja pêşî ya dibistanê ku di wêjeya Kurmanciyê de derbas dibe, ji bo nifşên me û heta ji bo yên salên du hezarî lê be. Piştî salên du hezarî, êdî asta bişaftina fermî ya li dibistan û bazaran giha wê derê ku mixabin hejmareke zêde ji malbatên Kurdan li bajar û bajarokên xwe, li Tirkiyeyê û Ewrûpayê nema bi zarokên xwe re bi zimanê xwe diaxivin. Êdî pirraniya zarokên Kurdan berî dibistanê, heta berî çêbûnê têne bişaftin û nema qet dengên Kurdî dibihîzin.
Bi taybetî zarokên ku li bajaran çêdibin, ji her cure çanda devkî û ya civakî ya Kurdî bêhaydar û bêxeber mezin dibin. Ew dayik û bavên ciwan di guhên zarokên xwe de bi zimanekî diaxivin ku biyaniyê dapîr û bapîrên wan bû. Li şûna wan lorîn, nihurîn, gotinok, meselek û çîrçîrokên dapîr û bapîrên xwe, ew ji pirtûkên zarokan ên bi zimanên Tirkî, Farisî û Erebî çîrokan dixwînin û bi vê rêbazê ew tovê ziman û çanda van gelên serdest di ruhê zarokên xwe de di destpêka jiyanê de diçînin.
Ev zarokên ku bi vî awayî dest bi jiyanê dikin, hejmara wan êdî bi milyonan e û hemû jî, ji kîsî zimanê Kurdî û netewa Kurdî diçin. Ev bi serê xwe qirrkirineke mezin e. Ziman û çanda me di van salên dawî de bi çargavî ber bi bişaftinê ve diçe. Dema zimanek êdî nema pê hate axaftin, ew ziman dimire û diçe. Bi taybetî ziman dema li ser zimanê zarokan e û bi wan re di nava lîstik û çandeke resen a navmalî de mezin, geş û xweş dibe. Li himberî têkçûnê bizirq dibe û li cem bikaranînerên xwe binirx û hêja dibe.
Lê hezar mixabin ku îro li Ewrûpayê jî gelek malbat bi zarokên xwe re li şûna Kurdî bi Tirkî diaxivin. Zarokên xwe dişînin kursên zimanên serdestan. Ev bi serê xwe trajediyek e û divê demildest ji vê şaşiyê were vegerîn.
Îro li gelek welatên Ewrûpayê kursên zimanê Kurdî hene. Pirraniya dayik û bavên zarokan dikarin bi latînî bixwînin. Heger hinekî zorê bidin xwe, ew dikarin ji zarokên xwe yên piçûk re pirtûkên bi Kurdî bixwînin. Bi saya vê xwendinê, heskirina zimanê Kurdî wê li cem zarokan çêbe û guhê wan ji peyvên Kurdî tije bibe.