Di Roja Pirtûkan a Cihanî de li navçeya Seyiqsadiq a Silêmaniyê, jina 43 salî xwe fêrî xwendin û nivîsandinê kir, hate xelatkirin.
Pirtûkxaneya Bêxud ku navendeke rewşenbîrî ye, bi hevkariya Perwerdeya Navçeyê, çend çalakî li dar xistin. Di çarçoveya çalakiyan de, lîstikên şanoyê hatin nîşandan, helbest hatin xwendin û pêşangeheke taybet ji bo karên destan hate vekirin.
Di çalakiyan de wekî din jineke 43 salî xwe fêrî xwendin û nivîsandinê kirî jî hate xelat kirin. Nehê Hemed a ku xwe 43 salî fêrî xwendinê kiriye got; “Di temenê 43 salî de ji bo me dewreyên xwe fêrkirinê hatin vekirin. Bi gelek hewldanan, min karî di nava 5 salan de fêr bibim. Niha xwendina min baş e û pêwîstiya min bi alîkariya ti kesî nîne.”
ROJNEWS / SEYIDSADIQ