Hevserokatiya KCD-E bi daxuyaniyeke nivîskî, ji bo 23. Festîvala Çanda Kurd a Naveteweyî ya di 5’ê Îlonê de li bajarê Elmanya Dusseldorfê were lidarxistin, banga tevlîbûnê kir. Hevserokatiya KCD-E got; „Ji bo qîrîna azadiyê em berê xwe bidin Dusseldorfê. Di demeke ku destketiyên gelê Kurd ên bi berxwedaneke mezin qezenç kir vediguherin sazîbûyînê de, em bi ruhê serhildanê beşdarî 23. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bibin.“

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku festîvala îsal wê bi dirûşmeya; „Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî û em neteweya demokratîk ava bikin“ bê lidarxistin û hat destnîşankirin, di vê festîvalê de wê komkujiya li Şengalê bê şermezarkirin û berxwedana gelê Kurd a li Rojava û Bakurê Kurdistanê, serhildanên Kurdên li Ewropayê werin silavkirin.

KCD-E diyar kir ku di demeke AKP a faşîst û mêtînger bi înfazan gelê Kurd qetil dike û çeteyên barbar ên mêtîngeran êrîşî destketiyên gelê Kurd dikin de, tevlîbûna Kurdên li Ewropayê wê were wateya ‘rê ji faşîzmê re nîne’ û ji bo hilbijartinên 1’ê Mijdarê û rêxistinbûyîna neteweya demokratîk bibe beyana vînê.

Di daxuyaniyê de bang li hemû Kudistanî û tevahiya gelên dost ên li Ewropayê dijîn hat kirin ku ji bo qîrîna azadiyê li Dusseldorfê bicivin.

Komîteya Amadekar daxuyaniyek da ANF’ê û bang li hemû derdorên demokratîk ên li Ewropayê kir, ku beşdarî „Festîvala Gelan’ a li bajarê Dusseldorfê bibin. Komîteya Amadekar ragihand ku festîval di demeke dîrokî de pêk tê û got, „Festîvala me îsal di pêvajoyeke ku rewşeke şoreşgerî tê jiyîn, pêk tê. Bi berxwedanên Şengal û Kobanê re têkoşîna me bûye pêşengê şoreşgeriya Rojhilata Navîn. Bi serketinên Kobanê û HDP’ê re paradîgmaya neteweya demokratîk veguherî rizgarî û azadiya bawerî û gelan. Paradîgmaya neteweya demokratîk a piştî Rojava li Tirkiyeyê jî bû rizgariya bawerî û gelan, ji bo her kesî veguherî armanca azadî û hêviyê.“

Komîteya Amadekar da xuyakirin ku hemû amadekariyên wan qediyane û got, „Girîng e her kes biherike ‘Festîvala Gelan’ a ji bo bilindkirina dengê aştî û demomkrasiyê. Bi vî rengî em dikarin bersivê bidin faşîzma AKP’ê û dûvikê wê çeteyên DAIŞ‘ê. Ji ber vê yekê divê her kes bi reng û çanda xwe, li cem xwe jî dostek, cîraneke/î Ewropî tevlî festîvalê bike. Em çiqasî zêde bin, em ê ewçend bi xurtî dengê xwe bilind bikin.“


Heyeta HDP’ê beşdar dibe

Di festîvala îsal de tevî gelek sazî û dezgehan wê kesayet jî amade bin. HDP bi heyetekê beşdarî festîvalê dibe. Heyeta parlamenterên HDP’ê ya bi serokatiya Hevserokê Giştî Selahattîn Demîrtaş, wê di festîvalê de amade be.Nûnertiya HDP’ê ya Ewropayê jî wê di festîvalê de standeke taybet veke û lez bide xebatên hilbijartinê yên li Ewropayê. Her wiha wê standeke agahîdayînê were vekirin û bi vê yekê re qeyda hilbijêran were kontrolkirin û gel bê agahdarkirin.  


 ANF/DUSSELDORF