
Operasyona Şehîd û Fermandar Feysel Ebû Leyla ya ji bo rizgarkirina Minbicê di roja 27’emîn de didome. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê êrîşên çeteyan ya li ser depoyên genim şikandibûn. Li gorî nûçegihanên ANHA’yê li vir 5 çete hatin kuştin. Her weha balafirên şer ên Koalisyona navneteweyî jî li dijî nuqteyeke çeteyan êriş pêk anî.
Depoyên Minbicê yên ku xwedî cihekî stratejîk in, di 24’ê Hezîranê de ji aliyê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hatin rizgarkirin.
Li deriyê bakûr ê bajêr bi pêş ve çûn
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li deriyê bakur ê ketina bajarê Minbicê ango li ser riya (Minbic-Cerablus) pêşve çûn. Li gorî nûçegihanan, doh serê sibehê li deriyê bakur ê ketina bajarê Minbicê, di navbera şervanan û çeteyan de şerê dijwar rû da. Di vî şerî de şervan bi pêş ve çûn û bi qasî hatiye zelalkirin 26 çete hatin kuştin.
DAIŞ zêdetirî hezar Kurdî revandin
Hejmara welatiyên Kurd ên ku çeteyên DAIŞ’ê ew ji Minbic û Babê revandine ji hezar kesî derbas kir.
Komên çete yên DAIŞ’ê di 16’ê Hezîranê de li bajarên Bab û Minbicê û gundewarên wan ên girêdayî herêma Şehbayê dest bi revandina welatiyên Kurd kirin.
Li gorî agahiyên ku nûçegîhanên ANHA’yê ji çavkaniyên herêmî bidestixstine, hejmara welatiyên Kurd ên wan herêman ku ji aliyê çeteyan ve hatine revandin hezar kes derbas kiriye.
Hemen çavkaniyan destnîşan kir ku çeteyan li van herêman bi ser malên Kurdan de girtiye, bi sedan kes tevî jin û zarokê wan revandine û birine cihekî ne diyar.
Li gorî agahiyên berdest, ev hezar kesên Kurd ên revandî ji 56 gund û 49 gundikan in.
Navên gundan
Navên gund û gundikên ku welatiyên Kurd jê hatine revandin ku hatin naskirin ev in: Ibd, El-Beric, Bezai, Til Cercî, Til Rehal, El-Hedes, Hezwan, El-Seflaniya, Susinbat, Susîdan, Şedûd, Şeala, Şêx Cerah, Şêx Elwan, Sewan, Ewlan, Qebasîn, Şebet El-Şêx, Qedîran, El-Quma, El-Medyuna, Merwan, Meqerî, Nûman, Um Şefîq, Olaşîteh, Îlan, Ceb El-Beraziyê, Berşaya, El-Bûihîc, Terhîn, Tefrîa Mezin, Cebla, El-Hemra, Ceb Neasan, El-Cerîna, El-Hecliya, Hûte, Sikeriyê biçûk, Sikreiya Mezin, Şedar, Şiwêha Şedar, El-Uruba, El-Erîma El-Umyan, Qinêfîz, Keridiyê, El-Merzûqa, El-Medîq, Nebata Mezin, Elwadî, Şêx Kêf, El-Salebiya, Cub El-Dem û Cub El-Sultan. Gundikên tesbîtkirî kjî ev in: Şebîran, El-Husamiya, Ebû Zendeqa, Um El-Umud, Xerbeşa, El-Fewz, Zewyan, Telîl El-Inib, Waqah, Neraif, Sûsinbata, El-Diwêr, El-Ezîziyê, El-Cedîda, Edeset Qebasîn, Neban El-Xelîliya, El-Ezreq, El-Kefîr, Selîma, Xan Cefra, Ehmed El-hilal, El-Mintar, Werîda, Serbs, El-Şecera, Serca EL- Zexir, Sîcan, Tel Torîn, El-Reşdiyê, E-Xetasa, El-Sunbula, Nebata Zexîr, Ellwaşî û El-Icil.
Di nava welatiyên Kurd ên çeteyan revandî de navê Cemal Dawud, Ehmed Mela û Elî El-Cerah ên ji gundê Qar Kelbeyn ê herêma Babê hatin naskirin.
Çeteyan welatiyekî Babê şewitand
Çeteyên DAIŞꞌê welatiyekî herêma Babê, bi hinceta wêneya Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan li mala xwe daliqadibû, şewitandin.
Çavkaniyeke pêbawer ji ANHAꞌyê re ragihand ku çeteyên DAIŞꞌê li gundê Şawî yê herêma Babê welatiyê bi navê Ehmed Bêş Elo ji ber ku li mala xwe wêneyê Ocalan daliqandibû, şewitandin.
Dêra Zorê hawar dike
Li gorî agahiyên nûçegihanên ANHA’yê bidest xistine emîrên DAIŞ’ê ku li Dêra Zorê dor li wan teng bûye, direvin Tirkiyeyê.
Çavkaniyên herêmî ji bajaroka El-Meyadîn ku nexwestin navên xwe eşkere bikin, ragîhandin ku emîrên DAIŞ’ê ku dor li wan teng bûye ji bajarê Dêre Zorê û bajaroka El-Meyadînê, direvin Tirkiyeyê.
Heman çavkaniyan diyar kir ku şêniyên Dêre Zorê jî piştî ku bihîstin li bakûrê Reqqayê û Minbicê operasyonên rizgarkirinê destpê kirine, bang li hêzên rizgarker kirin ku herêmên Dêre Zorê jî ji DAIŞ’ê paqij bikin.
ANHA/MINBIC/KOBANÊ/EFRÎN
Şervana MLKP'ê Raperîn şehîd bû
Şervana MLKP’ê Sevda Çagdaş bi nasnav Raperîn Dîcle, di operasyona rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest daye.
Rêxistina Rojava ya Partiya Marksîst Lenînîst û Komunîst (MLKP-ROJAVA) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku şervana wan Sevda Çagdaş bi nasnav Raperîn Dîcle di Pêngava Şehîd û Fermandar Feysel Ebû Leyla ya ji bo rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest daye.
Di daxuyaniyê de hat gotin, Çagdaş beriya niha bi salekê tevlî nava refên MLKP Rojava bûye û di şerê li hember çeteyên DAIŞ'ê de di eniyên herî pêş de cih girtiye.
Daxuyaniya ku ji aliyê MLKP Rojava ve hatiye dayîn weha bi dawî bû: "Ala azadî û sosyalîzmê wê di hemû eniyên me de bilind bibe. Ev soza me ya ji bo hevrêya me Raperîn û hemû şehîdên me ye. Raperîn Dîcle nemir e."