Çalakgerên Fridays for future li Heilbronnê alayên YPG û YPJ´ê û wêneyên sûcên şer ên dewleta Tirk hilgirtin û wan dagirkeriya dewleta Tirk li Rojava rûreş kir.
Li bajarê Bielê hema hema tevahiya civaka sivîl a bajêr destek da çalakiya destekkirina Berxwedana li Rojava; çalakgerên li St. Gallenê jî doza ambargoya sîlehan kir.
Li Viyanayê çalakgeran ji hikûmeta Awusturyayê xwest têkiliya xwe ya bi dewleta Tirk re ji nû ve binirxîne, lewma dewleta Tirk li Rojavayê Kurdistanê qirkirina etnîk dike.
Îro Roja Rojava a Cihanê ye û li gelek bajarên dinyayê çalakiyên ji bo piştgiriya Berxwedana Rûmetê hene. Li Elmanyayê di serî de paytext Berlîn, li 5 navendan çalakî hene. Çalakiyên Kurdistaniyan û dostên wan hefteya bihurî hîç ranewestiyan û herma hema her roj li bi dehan navendan çalakî hebûn.
Di çalakiyên Fridays for Future de jî Rojava û Berxwedana Rûmetê nehat jibîrkirin. Li bajarên Elmanyayê Heilbronn, Leverkusen, Hamburg, Bielefeld û Bocholtê, li bajarên Swîsreyê Biel û St. Gallenê, li paytexta Awusturyayê Viyanayê û li gelek bajarên din ên Ewrûpayê çalakiyên li dijî dagirkeriya dewleta tirk hebûn.
Fridays for Future ala YPG´ê hilda
Li Heilbronnê tevgera Fridays for Future meşek kir û piştgirî da Rojava.
Hawirdorparêz ji bo di mijara guhertina avhewayê de zextê li rayedaran bikin da ku tedbîrên berbiçav wergirin doh li Heilbronnê meşiyan.
Di çalakiya rêxistinên ciwanan de êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatin şermezarkirin û piştgiriya berxwedana Rojava hate kirin.
Di meşa bêdeng de wêneyên hovîtiya dewleta Tirk a li Rojava û alên YPG û YPJ’ê hatin hildan.
Li Leverkusenê ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriya qirker yên dewleta Tirk û piştevaniya berxwedana Rojava çalakiyek pêk hat. Di çalakiyê de alên YPG, YPJ û TEV-DEM’ê hatin hildan. Çalakgeran pankarta li ser nivîsandî “Parastina Rojava li her deverê ye” hilda.
Wekî din li Hamburg, Bielefeld, Giessen û Bocholtê jî çalakiyên bi heman rengî hebûn.
Li Viyanayê bi hezaran kes meşiyan
Li paytexta Awusturyayê Viyanayê bi hezaran kes li dijî êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û çeteyên wê meşiyan. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên Awusturyayê jî tevlî çalakiyê bûn û axivîn. Qisekeran diyar kir ku artêşa Tirk dixwaze li Rojava qirkirina etnîkî û komkujiyan bike. Wan ji hikûmeta Awusturyayê jî xwest, têkiliya xwe ya bi Tirkiyeyê re ji nû ve binirxîne. Çalakger piştre bi qîrîna dirûşmên “Kujer Erdogan”, “Jin, jiyan, azadî” dest bi meşê kirin.
Civaka sivîl bi Rojava re ye
Li Bielê, Platforma Greva Avhewa a Bielê, Kolektîfa Greva Jinan a Swîsreyê, CDK Biel, aktivîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger destek dan çalakiya rûreşkirina dagirkeriya dewleta Tirk. Meşa çalakgeran li meydana Centralplatzê veguherî mîtîngekê. Li vir peyama “Dewleta Tirk a dagirker û qirker dixwaze li Rojava qira Kurdan bîne. Em ê li dijî vê dagirkerî û qetlîamê li gel gelê Kurd, Rojava biparêzin.”
Kurdistanî û dostên wan ên li devera Parka St Loenard a St. Gallenê hatin ba hev dagirkeriya Tirk protesto kirin. Çalakvanan li meydana Markplatezê li mîtîngê daxwaz ji Swîsre û welatên Ewrûpayê kir ku êdî çekan nefiroşin Tirkiyeyê.
NAVENDA NÛÇEYAN