Bi minasebeta 36’emîn salvegera berxwedana 14’ê Tîrmehê ji rêxistinên Kurd peyamên pîrozbahiyê hatin. Bi vê boneyê PKK’ê banga berxwedanê kir. Her wiha li ser navê girtiyên Kurd ên siyasî jî hate gotin ku Kurd bi vê rojê bûne xwedî rûmet.

Komîteya Rêveber a PKK’ê ji bo berxwedana 14’ê Tîrmehê got, “Roja Rûmeta Neteweyî” û li dijî faşîzmê ji bo berxwedana topyekûn bang kir.

Komîteya Zindanê ya PKK-PAJK’ê jî li ser salvegera 36’an a berxwedana Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê peyamek weşand û diyar kir ku di 14’ê Tîrmehê de neteweya Kurd bûye xwedî rûmet.

KCD’ê destnîşan kir ku gelê Kurd bi ruhê berxwedana 14’ê Tîrmehê bûye hêviya gelên Rojhilata Navîn û hatiye wê astê ku bibe xwedî statu.

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi wesîleya salvegera 36’an a Rojiya Mirine ya Mezin a 14’ê Tîrmehê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

PKK’ê Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê ku rê li ber berxwedana azadiyê ya Kurdistanê vekir, careke din silav kir û got, “Em vê Roja Rûmeta Neteweyî li Rêber Apo, hemû hevrêyên xwe û gelê xwe pîroz dikin. Di şexsê afirînerên berxwedana mezin Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek de şehîdên xwe yên têkoşîna azadiyê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Em careke din dibêjin ku li ser xeta berxwedanê ya 14’ê Tîrmehê em ê li ser şopa şehîdên xwe heta serketinê bimeşin.“

Ev 36 sal in

PKK’ê di daxuyaniya xwe de îşaret bi berxwedana roja îro kir û wiha pê de çû:“Tê zanîn ku biryara berxwedana dîrokî ya ji bo têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ya hemdem, li Zindana Amedê ji aliyê hevrê Mazlûm, Hayrî û Kemal ve hatiye dayin. Weke gel û tevger, ev sih û şeş sal in em li ser bingeha vê berxwedana dîrokî dimeşin û bi ser dikevin. Sih û şeş sal in hemû destketiyên bi navê azadî û hebûna Kurdan li ser bingeha vê xetê di nava têkoşînê de tên afirandin. Lewma bandora baldarî û sewqkirinê ya berxwedana mezin îro jî bi rengekî zindî dewam dike. Emê hîn bi xurtî têbikoşin û serketineke mezin bi dest bixin.”

Roja neteweya Kurd

Bi navê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê jî li ser heman mijarê daxuyaniyeke nivîskî hate dayin. Di daxuyaniyê de hate dest nîşankirin ku rastiya PKK’ê ya naşikê, beriya niha bi 36 salan bi berxwedan 14’ê Tîrmehê hate ragihandin.

Di daxuyaniya Komîteya Zindanê ya PKK-PAJK’ê de hate gotin, “Bi wesîleya salvegera 36’an a Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê ku neteweya Kurd wê rojê bû xwedî rûmet, di serî de Şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê em hemû şehîdên Şoreşa Kurdistanê careke din bi minetdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê heta dawiyê xwedî li kevneşopiya wan a têkoşîna şoreşgerî derkevin. Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê, li dijî kiryarên hovane yên li derveyî mirovahiyê yên faşîzma 12’ê Îlonê, weke serketina mezin a îradeya mirovan derkete holê.”

Em ji gelê xwe hez dikin

Komîteyê bi bîr xist ku li Girtîgeha Amedê bi rêbazên li derveyî mirovahiyê êşkence li kadroyên PKK’ê hatiye kirin û wiha dewam kir: “Cûntaya leşkerî ya 12’ê Îlonê xwest Tevgera Azadiyê li nava dîwarên Zindana Amedê bifetisîne û kadroyên wê teslîm bigire. Êşkenceya li Zindana Amedê û berxwedana li dijî wê hate nîşandan, weke encama polîtîkaya qirkirinê ya dewleta Tirk derkete holê.

Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê bi gotina, ‘em ji jiyanê gelekî hez dikin ku di oxira wê de dimirin’ bedena xwe feda kirin û maratona afirandina jiyanê ji mirinê dan destpêkirin.”

Berxwedanê geş bikin

Komîteyê da xuyakirin, bi dehan şehîdên ku di xeta PKK û Apoyî ya misogeriya serketinê de meşiyan û di vê oxirê de canê xwe feda kirin, bi rola şehîdên 14’ê Tîrmehê rabûn û li dijî mêtingeriyê xwe kirin sîper.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li gelê Kurd, dostan û milîtanên azadiyê hate kirin ku bi ruhê berxwedanê yê 14’ê Tîrmehê têkoşînê geş bikin.

Armanc qirrkirina tevgerê bû

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi wesîleya salvegera 36’n a Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê daxuyaniyek da û got, “Di şexsê berxwedêrên pêşeng Xeyrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Elî Çîçek de hemû berxwedêrên zindanan û şehîdan bi rêzdarî bi bîr tînin.”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku pergala faşîst a 12’ê Îlonê bi polîtîkayên xwe yên tinekirinê û êrîşên dijwar hewl da mûxalefeta civakî, bi taybetî jî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd biqedîne.

Niha hêvî Kurd in

Di daxuyaniyê KCD’ê de hate ragihandin ku gelê Kurd ê wê wextê tasfiye û înkar lê dihate ferzkirin, niha bûye hêviya gelên Rojhilata Navîn û hatiye asta ku bibe xwedî statu.

 

NAVENDANÛÇEYAN