Şahiyên Newrozê yên li 11 meydanên Rojava û  Bakurê Sûriyê bi diruşmeya ʺBi ruhê Berxwedana Federaliyê, em Berxwedana Bakurê Kurdistanê silav dikinʺ bi beşdarbûna dehhezaran welatiyên ji hemû pêkhateyan bi rê ve çûn. Coş û peroşê hem xwe di rengên meydanan de û hem jî di beşdariya xurt a xelkê de da der. 

HESEKÊ: Şahiya li Hesekê bi beşdarbûna qederê 10 hezar welatiyên ji hemû pêkhateyan li dar ket. Di şahiyê de gelek axaftin hatin kirin û koma Botan a Qamişlo, Koma Tolhildêran û Koma Şehîd Hogir a dengbêjiyê berhemên xwe pêşkêş kirin. Girseyê jî hem slogan digotin û hem jî li ber stranan xelekên govendê gerandin.

DIRBÊSIYÊ: Şahiya Newrozê ya bajarê Dirbêsiyê bi beşdarbûna hezaran welatiyên Dirbêsiyê û Zurganê li gundê Kepez ê Dirbêsiyê li dar ket. Di şahiyê de koma Serkeftin a gundê Qolan, Koma Viyan Peyman a Bajaroka Zurgan û hejmarek hunermendên herêma Dirbêsiyê jî stranên xwe pêşkêş kirin.

Welatiyan jî berxwedana Şengal, Bakurê Kurdistanê û Reqa silav kir.

TIL TEMIR: Şahiya Bajarokê Til Temirê bi beşarbûna hezaran kesî bi rê ve çû. Di şahiyê de koma Tolhildan a Hesekê û koma Şoreş a Til Temir stran û bernameyên xwe pêşkêş kirin. Girseya gel bê navber diruşme gotin û berxwedana şervanan silav kir.

DÊRIK: Şahiya Newrozê ya bajarê Dêrikê bi beşdarbûna hezaran kesî dest pê kir. 

Di şahiyê de Newroz li tevahiya gelên Rojhilata Navîn û gelê azadîxwaz hat pîrozkirin. Girseyê jî bê navber diruşmeyên dilsoziya bi berxwedana Şengal, Bakurê Kurdistanê û Reqayê re gotin.

GIRKÊ LEGÊ: Li şahiya Girkê Legê ku bi beşdarbûna hezaran kesî hate destpêkirin, komên çandê bernameyên dewlemend pêşkêş kirin. Girseya gel jî bê navber slogan gotin û piştigirya xwe bi şervanên azadiyê re anîn ziman û di dawiya şahiyê de govend gerand.

QAMIŞLO: Şahiya Newroza Qamişlo jî bi beşdariya bi hezaran kesî bi rê ve çû û bi gerandina govendê û stranan bi dawî bû.

EFRÎN: Li Efrînê jî şahiya Newrozê bi beşdariya dehhezaran kesî li dar ket û dîmenên rengîn di şahiyê de derketin holê. Ji lîstikên şanoyê, heta bi govendên gelêrî, ji stranan heta bi axaftinên siyasî, bernameya dewlemend a Newrozê bi stanên koma Ariya û govendê bi dawî bû.

AMÛDE: Şahiya bajarê Amûde li garaca bajîr pêk hat û şêniyan bi dirûşmeya `Azadî ji Rêber APO re, Şehîd Namirin, Bijî berxwedaniya YPJ`ê, YPG`ê û QSD`ê Cejna Newrozê pîroz kir. Şahî heta piştî nîvrojê dewam kir û bi gerandina govendê bi dawî bû.

KOBANÊ: Şahiya Newrozê ya kantona Kobanê bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Di şahiyê de bi boneya Cejna Newrozê axavtin hat kirin û komên Çand û Huner berhemên xwe pêşkêş kirin. Her wiha mêvan ji herêma Girê Spî, Sirînê û Minbicê tevlî şahiyê bûn. Di dawiyê de govenda şahiya Newrozê ji aliyê girseyê ve hat gerandin.

HELEB: Şahiya Newrozê ya bajarê Helebê bi tevlîbûna hemû pêkhateyên Helebê pêk hat. Di şahiyê de berxwedaniya Şêxmeqsûd û taxên rojhilatê Helebê hat vegotin û hemû pêkhateyan bi yek ruhî şahiya Cejna Newrozê pîroz kir.

Şahî bi govend gerandine û bi gotina dirûşmeya `Bijî Rêber APO` bi dawî bû. 




 QAMIŞLO