Li kantona Cizîrê perwerde wê destpê bike. Perwerdehiya ku Cotmehê despê dike, rastî elaqeyeke mezin a xwendevanan tê. Rêveberiya Akedemiya Ziman û Perwerdê ya bajarê Qamişlo, Peyman Bêrî behsa xebatên pêrwerdehiya ziman kir û got: "Bingeha şoreşa me şoreşeke zêhniyet, şoreşa nasname, ziman û çandê ye."

Li Rojavayê Kurdistanê xebatên înşakirina civaka demokratîk didomin. Şoreşa Rojava ya ku ji tevahiya cîhanê re bûye modela jiyana demokratîk, di warê ziman de jî êdî xebatên xwe bi aweyekî serketî didomîne. Piştî ku çeteyên DAIŞ'ê ji kantonên Rojava hatin paqijkirin, amedekariyên dibistanan hatin kirin û Cotmehê dest bi perwerdeya xwe bikin. Derbarê mijarê de Rêveberiya Akedemiya Ziman û Perwerde ya bajarê Qamişlo Peyman Bêrî peyivî. Peyman diyar kir ku ew di nava şert û mercên zehmet de jî xebatên xwe didomînin û amedekariya vekirina dibistanan jî kirine û got: "Armanca pergala desthilatdariiya rejîmê ew e ku çand û zimanê civakê bihelîne û tune bike. Lê li beramberî hemû hewldanên bişaftinê gelê Kurd, li Rojava dest bi perwerdehiya fermî a zimanê Kurdî dike."


'Gel bi têkoşîn û berdêlên giran fermiyeta ziman bi dest xist'

Peyman bi bîr xist ku beriya şoreşê bingehê xebatên zimanê Kurdî hat danîn û wiha peyivî: "Bi despêkirina şoreşa Rojava re ev 4 sal in ku me saziyên ziman avakirine û xebat bi aweyekî serketî heta roja îro dewam kiriye. Beriya şoreşa Rojava bi aweyekî ne fermî xebatên perwerdehiyê di malan de dihat kirin. Ji ber zexta rejîma Baasê gelek malbatên me rastî îşkence û binçavkirinan hatin. Lê gelê me dev ji têkoşîna xwe berneda û heta roja îro bi berdêlên giran fermiyeta ziman bi dest xist."


'Şoreşa gelan pêşî li bişaftinê girt'

Peyman destnîşan kir ku şoreşa gelan tê wateya pêşîgirtina li bişaftina pergalê a li ser gelan û wiha dewm kir: "Pergal bi hemû hêza xwe êrîşî nasname, çand û zimanê gelan dike. Gelê ku şoreşê pêk neyîne tê wateya ku têk çûye. Şoreş li dijî pergala heyî ragihandina îradeya xwe ye. Ji ber ku li Sûriyê gelê Kurd xebatên xwe bê navber didomandin, di dema şoreşê de jî xwedî li hev derketin û ji bo avakirina pergala demokratîk xebat bi aweyekî çalak dan meşandin."


'Bingeh şoreşeke zêhniyet, şoreşa nasname, ziman û çandê ye'

Peyman qala girîngiya ziman û şoreşa ziman kir û got: " Bingeha şoreşa me şoreşeke zêhniyet, şoreşa nasname, ziman û çandê ye. Di gerdûnê de mirov bi rengê xwe heye. Hemû zindî bi zimanê xwe nasnameya xwe diyar dibin. Şoreş bi ziman pêk tê, ger bingeha ziman nehatibe avakirin ew nayê wateya ku şoreş e. Ji ber vê pûte dana bi zimanê Kurdî ji erkên me ên herî bingehîn e." Peyman behsa tevgerên siyasî ên li Rojava kir û wiha pêde çû: "Partiyê ENKS'ê û partiyên din ên di bin navê nasnameya siyasetê tevdigerin, çand û nasnameya Kurdî ne xema wan e û gelek astengî derxistin. Ji ber têkoşîneke hevpar pêk nehatibû li Rojava, zimanê Kurdî nebû zimanê aborî, siyasî, polîtîka û qanûnê."


'Jin pêşengiyê dike li sedî 95´ê xebatên perwerdehiyê'

Peyman diyar kir ku înşakirina pergala demokratîk bi pêşengiya jinan pêk hatiye û wiha axivî: "Pêşengtiya xebatên perwerdehî li Rojava bi temamî jin dike. Ji bo ku em pergala xwe ê demokratîk ava bikin û zarokên xwe ji bişaftinê biparêzin em dibistana xwe vedikin û bi zimanê Kurdî perwerde dikin. Li Rojava çawan ku jinê pêşengiya rêxistin, parastin û çandê kir, di warê ziman de jî bû xwedî roleke çalak. Ji sedî 95´ê xebatên perwerdehiya ziman bi pêşengiya memosteyên jin pêk tê."

Peyman di dawiyê de agahî derbarê xebatên xwe de dan û got: "Li tevahî bajarên me sazî û peymangeh hatin avakirin. Li bajarê Qamişlo du peymangeh hatin avakirin. Em niha amedekariya zanîngehan dikin. Pêdiviya me bi kesên dilxwazê neteweya demokratîk heye ku piştgiriyê bidin xebatên me. Dersên ku di dibistanê de bên dayîn, dîrok, civaknasî, bîrkarî û hwd ne. Di dibistanê de ji bo zarokên asta yekem heta refa 3'ê wê bi zimanê Kurdî perwerde were kirin. Ereb dê dersên erebî bibînin û di heman demê de jî wê hînî zimanê Kurdî jî bibin. Hemû pêkhateyên li Rojava dê bi zimanê Kurdî perwerde bibin lê ders wê li ser zimanê wan cuda bê dayîn. Li Rojava çawan em xwe li ber zimanê Kurdî berpirsyar dibînin, em ê ji bo gelê din jî xwedî li hemû zimanan derkevin."


BUHAR KOBANÊ/JINHA/QAMIŞLO