Rewşenbîrên Ewrûpî dest bi kampanya ‘Rojava biparêzin’ kir. Rêxistina mafê mirovan û alîkariya insanî ya li Elmanyayê, ji bo dawî li gef û êrişên dewleta Tirk ên li ser Rojava bê anîn, dest bi vê kampanyayê kir. Gelek rewşenbîrên navdar ên Ewrûpî mohra xwe danîn binê metna wê ya kampanyayê.

Medico International ku saziyeke mafên mirovan û alîkairya insanî ye û navenda wê li bajarê Elmanyayê Frankfurtê ye, bi navê ‘Pêşî li karesatê bigirin’ dest bi kampanyayekê kir. Di kampanyayê de îşaret bi êrişeke muhtemel a dewleta Tirk a li dijî Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê tê kirin û ji hikumetên Ewrûpî tê xwestin ku li dijî vê yekê, û karesateke insanî ya bi êrişeke wiha re rû bide, tedbîran wergirin.

Tirkiyeyê dest bi gefxwarinê kir

Ji bo vê kampanyayê bi pêşengiya Medico Internationalê, deklarasyonek hate weşandin. Di deklarasyonê de hate bibîrxistin ku sala 2014’an hêzên YPG û YPJ’ê civaka Êzîdî ji hovîtiya DAIŞ‘ê rizgar kiriye. Deklarason wekî din dibêje, di şerê li dijî DAIŞ’ê de qederê 10 hezar şervanên Kurd jiyana xwe ji dest dane. Metnê deklarasyonê dide zanîn ku piştî ku hêzên DYE’yê da xuyakirin ku ew ê vekişin, dewleta Tirk li dijî Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê dest bi gefxwarinê kiriye û ev banga li jêr kir:

Qanûnên navneteweyî wê bên binpêkirin

“Bi fermana Erdogan qederê 80 hezar eskerên Tirk li ser sînorê Sûriyeyê hatin bicihkirin. Gefeke mezin a şer li ser herêmê heye. Şerekî bi vî rengî wê rê li ber karesaeteke insanî û siyasî ya li herêmê veke. Em ji Ewrûpayê dixwazin ku ji bo şerekî wiha rû nede, bikeve nava liv û tevgerê. Heger hewldanek ji bo dagirkirina Rojava bê kirin, ev yek wê weke êrişa Çileyê 2018’an a li ser herêma Kurdan Efrînê be ku qanûnên navneteweyî lê hatin binpêkirin.”

Cihê mirov lê bistirin nîne

Metna deklarasyona kampanyayê bi bîr dixe ku piştî ku dewleta Tirk bi çeteyên xwe re Efrîn dagir kir, zêdeyî 100 hezar mirovên wê herêmê mexdûr bûn û hate gotin, “Di êrişeke muhtemel a li dijî Rojava de cihekî ku mirov xwe lê bigirin yan jî birevinê nîne. Ji ber ku Rojava herêma herî ewle ye.”

Di dewama deklarasyonê de bal hate kişandinî ser rêveberiya demokratîk a Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê ku ji gelek pêkhateyên etnîkî pêk tê û hate xwestin, rêyên dîplomatîk hemû bên bikaranîn û pêşî li karesateke muhtemel were girtin.

Di deklarasyonê de bi taybetî îşaret bi wezîfeyên dikevin ser milê Elmanyayê hate kirin û hate gotin, “Li şûna ku sembolên Kurdan bên qedexekirin, divê garantiyê bidin mirovên ku xwe li Elmanya û Ewrûpayê girtine, da ku zext li wan neyê kirin.”

Destekkerên destpêkê

Medico International yek ji saziyên mafên mirovan ên Elmanyayê ye ku li qada navneteweyî naskirî ye.

Kesên ku mohra xwe danîne binê kampanyaya Medico International di destpêkê de ev in:

Elfriede Jelinek (Nivîskar, Awûstûrya),

Axel Honneth (Fîlozof / Elmanya-DYE),

Milo Rau (Derhêner, nivîskarê şanoyê / Swîsre-Belçîka)

Leyla Îmret (Hevşaredara Cizîrê),

Gesine Schwan (Zanyara siyasetê)

Nancy Fraser (Fîlozof / DYE)

Vivienne Westwood (Dîzayner / Ingilîstan),

Sandro Mezzadra (Zanyarê siyasetê / Îtalya),

Étienne Balibar (Fîlozof/ Fransa)

 

 FRANKFURT