KCK’ê diyarkir ku, li Rojava li dijî komên çete berxwedanekî biqehremanî tê meşandin û KCK’ê bang li gelê Kurd kir û got: “Berxwedana pîroz ya rojavayê Kurdistanê bibînin û rabin xwe, li derdora gelê Rojava xelekek ya parastinê ava bikin.” Her wiha xwest ku, rayagiştî ya navnetewî û rêxistinên mafê mirovan jî li dijî êrîşên ku hedef dikin komkujiya Kurdan pêkbînin, helwesta xwe diyar bikin.

Daxuyaniya Serokatiya Konseya Rêveber ya KCK’ê wiha ye:“Li Rojava pêkanînên dervey mirovahî ên çeteyên bi piştgiriya Tirkiyeyê wijdanê mirovan dide serhildanê. Di erdnîgariya ku cara yekem mirovahî lê derbazî civakbûyînê bûye de, ev êrîşên hovane di serî de li hember misilman û hemû gelên Rojhilata Navîne. Ev êrîşên ku li ser navê Îslamê têne kirin, hemû mirovên xwedî bawerî bikûrahî di êşîne û bihêrs dike. Çeteyên ku li Til Ebiyed (Girê Spî) êrîşî gelê Kurd dikin bi sedan sivîlan dîl digirin. Çeteyên her dema ku tengav dibin serî li rêyên wiha nemerdane û tirsonek didin. Bi rêbazên ji tirsa xwe tirsê belav bikin hewil didin veşêrin. Hinek rêbazên dervey mirovî ên berê, careke din derdikeve holê. Malên gelê Kurd ên sivîl talan dikin û di şewitînin. Ji îşkencekirina mirovan kêfê digirin. Bi êrîşên qirêj û herî şoven ê rûyê mirovahiyê êrîşî gelê Kurd dikin û wana ji warê wan dikin. Bi vî şerê qirêjê qirêjtir hedef dikin ku gelê Kurd ê ji bo azadiya xwe berxwe dide bêzar bike.”

Nikarin bigihêjin cihekî

KCK’ wiha dirêjî da daxuyaniyê: “Divê ev çete zanibin ku, bi dîlgirtina bi sedan sivîlan, bi îşkencekirina dij mirovatiyê ya li hemberî sivîlan,  di cîhanê de ku tu kesî nekiriye bi awayekî hovanê qetilkirina qasidan, bi îcadkirina rêbazên nû yên îşkenceyan re, bi avakirina çiyayên tirsê nikarin bigihêjin tu cihî. Nikarin xwe ji fetisandina di nav van qirêjî û hovîtiyan rizgar bikin. Gelê Kurd tirs jî û mirin jî têk biriye. Jixwe têkneçûna wan jî ji vê ye. Kurdan dema tirs û mirin têk birin dijminê wan jî  bûn esîrê tirs û mirinê. Bi êrîşkirina li hemberî gelê Kurd her çi qasî bixwazin van tirsên xwe derbas bikin jî, ev êrîş ji bilî wekî kesên ku di tariyê de bifikînin nayê tu wateyeke din. Gelê Rojava divê li hemberî van şerên qirêj û çeteyan rû qirêj bi awayekî lehengî berxwedanekê pêş dixe.  Li hemberî kesên ku dixwazin bi qetilkirina Kurdan bigihêjin armanca xwe, gelê Kurd di şert û mercên herî zehmet de nîşanî cîhanê didin ku di têkoşîna hebûn, azadî û demokrasiyê de bi israr in.”

Rabin ser piya  

KCK’ê wiha got: “Divê tevayî gelê Kurd bi dîtina berxwedana pîroz a Rojava rabin ser piyan, li hemberî wan şerkerên qirêj ên ku qetlîamkerên Kurdan e bersiva pêwîst bidin. Tevayî mirovên Kurd  xwedî çi nêrîna siyasî û baweriyê bin bila bibin pêwîst e li derdora gelê Rojava yê rastî êrîşên qetlîaman tê xelekeke parastinê çêbikin. Bi awayekî seferbertiyê divê bi gelê Rojava re di nav piştevaniyê de bin. Pêwîst e were nîşandan ku gelê  Rojava ne biş tenê ye. Di serî de gelê Kurd tevayî gelên misliman ên Rojhilata Navîn, ji van êrîşên çeteyên ku tu eleqeta wan bi Îslamê re nîn e, li hemberî bawerî û nirxên Îslamê sûc dikin bêjin bes e.”
KCK’ê wiha dawî li daxuyaniya xwe anî: “Divê raya giştî ya navneteweyî û rêxistinên mafê mirovan li hemberî van qetlîamkerên ku li dijî gelê Kurd sûcê mirovatiyê dikin û  qirkirina Kurdan ji bo xwe dikin armanc helwesta xwe nîşan bidin; pêwîst e di serî de Tirkiye û hêzên siyasî yên li pişt wan ji bo ji vî sûcê mirovatiyê re nebin hevpar werin astengkirin. Wekî Tevgera Azadiya Kurd em careke din bi bîr dixin, ev çeteyên ku li hemberî gelê Kurd sûcê qetlîmê dikin, wê li xêra wan be ku dest ji vê êrîşkariya xwe berdin. Êrîşkirina li hemberî gelê Kurdê mezlûm ku ji bo hebûn û azadiya xwe têdikoşe tu xêrê nade kesî. Wê wijdanê heq, edalet û wekheviyê yê van xakan teqez vê êrîşkariyê bifetisîne.”

ANF/BEHDÎNAN