
Cenazeyên 7 cangoriyên Minbicê û şervanekî YPG’ê bi merasîmekî girseyî li Goristana Şehîd Xebat a Dêrikê hatin oxirkirin. Li Serêkaniyê û Girê Spî jî pakrewanên Şoreşa Rojava hatin definkirin.
Bi hezaran welatiyên bajarê Dêrik û Koçeratê ji bo oxirkirina cenazeyên Martin Trodan (Rodî Çekdar) ê ji Slovenya, Bêrivan Ayçîkek (Dicle Bêrîvan), Îmerolah Oniver (Sîpan Rustem), Nayib Şocey (Çiya Cotkar), Bîlan Bamok (Berxwedan Amed), Şiwayîb Tawiryah (Fiwad Bale Siwar), Ebdulmuhsin Şêx (Cûdî Sîpan) ên di Operasyona Rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe jidest dayî, her wiha cenazeyê şervanekî YPG‘ê Malik Cankir (Botan Koçer) ê li bajarê Dêrikê jiyana xwe jidest dayî, li pêşiya nexweşxaneya Dêrikê kom bûn.
Girseyê cenaze ji nexweşxaneyê wergirtin, li gel hilgirtina alan û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û duruşmeyên “şehîd namirin” ber bi Goristana Şehîd Xebat ve bi rê ket.
Di merasîma oxirkirinê de, şandeyeke ji Meclîsa Damezrîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava – Bakûrê Sûriyeyê, şandeyeke ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Ilham Ehmed, nûnerên partiyên siyasî, saziyên Civaka Sivîl, şervanên YPG‘ê û malbata têkoşer Martin Trodan (Rodî Çekdar) ê ji Slovenya, amade bûn.
Li cihê merasîmê, şervanên YPG‘ê cenazeyên her 8 têkoşeran li ser milên xwe birin nava goristanê. Piştre jî merasîma eskerî ya fermî ya şervanên YPG/ YPJ‘ê destpê kir.
Cejna 15´ê Tebaxê û Mizgîniya Minbicê bi hev re
Fermandarê Giştî yê YPG‘ê Milîtan Efrîn li vir axivî û sersaxî ji malbatên cangoriyên Minbicê re xwest û soza şopandina rêya têkoşeran dûbare kir.
Hevseroka Meclîsa Sûriyeye Demrokratîk (MSD) Ilham Ehmed jî axivî û bal kişand ser wê yekê ku Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyeyê dê bi xwîna şehîdan were ragihandin û got: “Serketin nêzîk bûye, pêngava rizgarkirina Minbicê, di heman demê de damezirandina sîstema federasyonê ye, di demeke nêzîk de em ê mizgîniya rizgarkirina Minbicê û 15‘ ê Tebaxê pîroz bikin.”
‘Da ku mirovahiyê biparêze’
Di merasîmê de her wiha, Seroka Partiya Modernîteya Demokratîk li Sûriyê Fîras El-Qesas jî axivî û destnîşan kir ku neteweya demokratîk nirxên jiyana hevbeş diparêze, li hemberî terorîstan li ber xwe dide, El-Qesas got, şehîdên wan ên herî rast û durist in, nirxên tevahî mirovan diparêzin.
Serokê Meclîsa Damezrîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê Mensûr El-Selûm ji aliyê xwe de sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.
Piştî axaftin bi dawî bûn, nasnameyên têkoşeran hatin xwendin û belçeyên şehadetê radestî malbatên wan hatin kirin.
Xuşka Martin Trodan Îra Slovîna ku ji Slovenya beşdarî merasîmê bû, li ser hin taybetmendiyên birayê xwe peyivî û got: “Birayê min Martin biçûkê malê bû, bi sîstema demokrasî ya Rojava bawer bû, tevlî nav refên YPG‘ê bû da ku şerê DAIŞ‘ê bike û mirovahiyê biparêze.” Xuşka Martin Trodan, Îra Slovîna serbilindiya xwe bi şehadeta birayê xwe anî ziman.
Şervanan cenzeyên hevalên xwe li ser milên xwe kir û bi dirûşmeyan û tilîliyên dayikan ew spartin axê.
Serêkaniyê Cîgerê xwe spart axê
Şervanê Meclîsa Eskerî ya Minbicê, Beşar Elî (Cîger Serêkaniyê) 5’ê Tîrmehê li bajarê Minbicê jiyana xwe ji dest da. Ji bo oxirkirina Cîger bi sedan welatiyên bajarê Serêkaniyê li pêşiya Nexweşxaneya Roj hatin cem hev.
Girseya gel piştî wergirtina cenazeyê bi karwanekî berê xwe da Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê yê girêdayî bajarê Dirbêsiyê.
Guleke Girê Spî li Minbicê çilmisî
Cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Yasir Naşî yê 7 tebaxê di operesyona rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest dayî, li goristana şehîdên Girê Sipî ya li gundê Tenûza, hat definkirin.
Cenaze ji nexweşxaneya El-Wetenî hat girtin û ber bi goristana şehîdên Girê Sipî ya rojavayê bajêr da rê. Dema girseya gel gihişt goristanê, merasîma leşkerî dest pê kir.
Di merasîma oxirkirinê de, hevserokê Rêveberiya Xweser li Girê Sipî Hemdan El-Ebid sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest, berxwedana şervanên di çeperên berxwedanê silav kir û wiha axivî: “Îro em ê guleke nû li gulistana azadiyê, biçînin.”
Piştî axaftinan kunyeya têkoşer Yasir Naşî hat xwendin.
DÊRIK / GIRÊ SPÎ / SERÊKANIYÊ