Cenazeyên 16 şehîdên berxwedaniya li hemberî êrîşa li ser Girê Spî ji aliyê dehezaran şêniyên Dirêbsiyê û Serêkaniyê ve li Goristana Şehîd Rustem Cûdî hatin oxirkirin.

Karwanê cenaze yên şervanê YPG’ê Mihemed El-Fetah (Herekol Devrem) û şervanê Erka Xweparastinê Etellah El-Cerba ku di 27’ê sibatê de di berxwedaniya Silûkê de jiyana xwe jidest dan, li pêşiya avahiya Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Dirbesiyê ket riya Goristana Şehîd Rustem Cûdî a li gundê Berkevirê yê girêdayî bajarê Dirbesiyê.

Di hemanê de karwanê şervanên YPG’ê Cabir Ehmed, Fayîz Îsmayîl (Serhed Serêkaniyê), Hozan Xedîca (Bengîn Serêkaniyê), Elî Mamo (Şawîş Kobanê), Şêxo Mamo (Çekdar Zagros), Rûbar Erbanî, Beşar Melmûs (Egîd Mextelê), Mehmûd Remo, Kamil Yaqûb (Kemal Dirbêsiyê), Nasir Hiso, Îbrahîm Zoro (Botan Zoro), Mîlad Hemdo (Egîd Serêkaniyê), Umer Îsmayîl (Berxwedan Cûdî), MIhemed Umer (Herekol Tevdem) û Hanî Hisên (Bedran Qamişlo) ku ew jî di berxwedaniya 27’ê sibatê ya li Girê Spî de jiyana xwe jidest dan, ji pêşiya navenda saziyê ya bajarê Serêkaniyê derket.

Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Ekrem Hiso li wir axaftinek kir û tê de got: “Tirkiye li dijî Rêveberiya Xweser a Rojava ye. Ew naxwaze li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê sîstemeke federal û nû pêk were.”

Piştre bernameyên her 16 şehîdan hatin xwendin û radestî malbatan kirin. Li gel tilîliyên dayîkan û durişmeya ‘Şehîd namrin’ û ‘Ey şehîd xwîna te li erdê namîne’ cenaze li Goristana Şehîd Rustem Cûdî hatin oxirkirin.


Li Qamişlo jî 5 cenaze 

Bi hezaran şêniyên bajarê Qamişlo ji bo oxirkirina şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Xeys El-Eblawî (Xeys), şervana YPJ`ê Destîna Qamişlo (Rojîn Silêman), şervanên YPG`ê Murad Qamişlo (Feysel El-Cerbûh), Govend Serhildan (Henan Îbarhîm) û Baz Beyran (Bîlal Îbrahîm) li pêşiya Mala Gel a taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo hatin cem hev. 

Ji rêveberên Tevgera Civaka Demokraîtk Aldar Xelîl ji girseyên gel re axivî û ji malbatan re jî sersaxî xwest. Xelîl ji dayîkên şehîdan re ev tişt got: “Van dayîkan wesiyet li zarokên xwe kiribûn ku têkoşîna xwe dewam bikin û bigihîjin asta herî bilind a jiyanê ew jî şehadeta pîroz e.

Herî dawî Murad, Govend, Baz, Destîna li Goristana Şehîd Delîl Saroxan spartin axê û cenazeyê Xeys jî birin gundê goristana şehîdan a li bajarê Tirbespiyê ango cihê jidayîkbûna wî oxir kirin.


NAVENDA NÛÇEYAN