Piştî şerekî ku zêdeyî 6 mehan dewam kir, artêşa AKP’ê li gel bi hezaran ji çeteyên muxalefeta Şamê derbasî bajarê Babê bûn. Ev ‘derbasbûn’ jî di encama lihevkirineke nepenî ya di navbera AKP’ê û DAIŞ’ê de pêk hat. Wek çawa ku li Cerablusê DAIŞ’ê xwevekişand û bajar radestî eskerên Tirk û çeteyên Şamê kir, li Babê jî dawiyê wiha bû. Ev xwevekişîna DAIŞ’ê ne tenê ji Babê ye, lê her wiha xwevekişînek giştî ya ji heremê ye. Ji bajarokên Qebasîn, Bezaa û Tadifê jî DAIŞ’ê çeteyên xwe bi paş ve kişandin. Gelo bazareke çawa di navbera AKP’ê û DAIŞ’ê de pêk hatiye? Ne xuya ye. Dibe ku AKP’ê soza alîkariyeke eskerî ji bo DAIŞ’ê li hin eniyên şer ên din dabe. Zêdetir îhtîmala destekdayina DAIŞ’ê li himberî QSD´ê heye. Dibe ku AKP’ê hin rayedarên DAIŞ´ê yên girtî serbest berdabin. Yan jî destê xwe dabe ser xezîneyeke pera ya DAIŞ’ê û di encama vê lihevkirinê de, ew xezîne teslîmî vê rêxsitinê kiribe. Li vir mirov dikare têkiliya Îranê û El-Qaîdeyê bîne bîra xwe. Îranê destê xwe daniye ser gelek endam û malbatên serkêşiya El-Qaîdeyê û damarên vê rêxsitinê yên lojîstîk û aborî li jêr şûrê Tehranê ye, loma El-Qaîde nêzîkî Îranê nabe û lihevkirineke nepenî heye.
Li Babê artêşa AKP’ê bi qasî 450 sivîlên bêsûc kuştin. Hijmar ji vê yekê zêdetir e, lê 450 kes, hema nîvê wan zarok, bi nav û navnîşan ji aliyê Navenda Sûrî ya Çavdêriya Mafên Mirovan ku li Londonê dimîne, hatine qeydkirin. Ev komkujiya ku artêşa AKP’ê kir ji aliyê muxalefeta Şamê, rejîma Esed û civaka Ereb ve hate nuximandin. Qet kesekî gilî nekir û AKP ji ber vê komkujiyê rexne nekir. Jixwe, ragihandina Ereb û ya nêzîkî muxalefeta Şamê ya nijadperest bi dijminatiya QSD’ê û Federaliya Bakurê Sûriyeyê ve mijûl in û ji bo ku ev Federalî têk here, li ber dilê wan şîr û şekir e, eger AKP milyonek sivîlên Sûriyeyî bikuje. Qet ne xema wan e!
Dewleta Tirk niha li Babê sekiniye. Artêşa rejîma Esed û di encama xwevekşîna DAIŞ’ê ya ji herêmê dikarîbû derbasî bajarokê Tadifê bibe. Artêşa Esed nêzîkî 2 eniyên şer yên bi artêşa AKP’ê û QSD re bûye. Li gorî hin agahiyan Rûsya ji artêşa rejîmê xwestiye ku ew êrîşî artêşa AKP’ê neke. Ji aliyekî din ve, ji bo ku artêşa AKP’ê û çeteyên xwe gefên xwe li dijî QSD nekin rastî, hêzên Koalîsyona Navnetewî hijmarek ji eskerên xwe şandiye derdora bajarê Minbicê da ku ew li hemberî êrîşek muhtemel ya artêşa AKP’ê derkevin. Ev nameyek xurt bû. AKP’ê û dewleta Tirkan ji ber têkiliyên eskerî yên di navbera DYE û QSD’ê de bêzar in. Jixwe ev têkilî bi destpêkirina hemleya azadkirina Reqaye gihîşt astek bilind. Her roj çekên nû û pêşketî ji bo QSD’ê tên dewirkirin. Her wiha hijmarek ji berpirsên eskerî yên DYA jî serdana Rojava kirin û soza destekdayinek xurtir dan. AKP niha hewl dide li heremên ku dagirkirî ye rewşek defacto ava bike. Li wir dest bi bicihkirina eskerên xwe kiriye û baregeh û nuqteyên eskerî ava dike. Her wiha bi hezaran ji welatiyên Sûriyeyê yên penaber komî ser hev dike û wan bi maşan dewerî şervanên kirêkirî dike.
Armanca AKPê ew e, ku tevahiya herêma Şehbayê bigire dest xwe û li wir bi riya peyayên xwe yên kirêkirî şerekî sabotajê li dijî Rojava û QSD’ê bide dest pê kirin. Jixwe me di vê dema dawî de dît, ku çawa artêşa Tirk hewl dide hin gundên kantona Efrînê dagir bike û li wir bargehan ava bike. Armanca AKP’ê derbiderkirina Kurdan ji heremê ye û durustkirina rewşek tevlihev e. Ew dixwaze bi riya teror û tirsê Kurdan neçarî koçberiyê bike. Niha artêşa AKP’ê 5000 kîlomitre çargoşe ji axa Sûriyeye dagir kirî ye. Li Babê ew hatiye himberî artêşa rejîmê û QSD’ê. Jixwe bi derbasbûna artêşa rejîmê ji bo bajarokê Tadifê, riya ku Kobanê bi Efrînê ve girêdide, ket jêr desthilatdariya artêşa Esed. Loma dikare lihevkirinek di navbera artêşa rejîmê/Rûsya û QSD’ê de pêk bê. Eger artêşa Esed cidî be, dikare ew, li gel QSD, eniyek hevbeş li dijî artêşa AKP’ê ava bikin. Ev hevkariya eskerî dikare bibe bingeha çareseriyek siyasî, ku dewleta Suîryeyê dawî rastiya Rojava nas bike û forma Federaliya Bakur bi şêweyekî fermî erê bike.
QSD her ku diçe xurt û berfireh dibe. Vê dawiya hemleya azadkirina Dêr El-Zorê jî dest pê kiriye. Bi hezaran şervanên Ereb yên ji herema Reqa û Dêr El-Zorê tevî nava refên QSD´ê dibin. Ev yek helwêsta Rojava li himberî dagirkeriya AKP’ê xurt dike. QSD dê ji bo rizgarkirina tevahiya gelê Sûriyeyê berxwedana xwe dewam bike. Ev yek jî projeya AKP’ê ya gurkirina şerên navxweyî li Sûriyeyê têk dibe…