Muxalefeta Şamê ya bi navê ‘Îtilaf’ di civîna xwe ya dawî de daxuyaniyek belav kir. Tê de hebûna Kurdan li Sûriye înkar kir û li dijî her formekî xweserî yan federaliyê helwesteke dijminane nîşan da. Çeteyên ‘Îtîlafê’ yên girêdayî dewleta Tirk û hikûmeta AKP´ê ji bo her cûreyê êrîş û komkujiyan li dijî Kurdan û federaliya Rojava amede ne. Ew ji bo AKP´ê xwe mîna çeteyên kirêkirî nîşan didin û amede ne her karekî qirêj bikin da ku Kurd nebin xwedî statû û hêz.

Li bajarên Cerablusê û hin derdorên ku artêşa Tirk wan kontrol dike, bi hezaran ji şervanên muxalefeta Şamê mîna çeteyên kirêkirî tevdigerin. Ew li jêr ala Tirkiye û sîstema perwerde ya Tirkan dijîn. Li ser xwe her cûreyên desthilatdariya Tirkan qebûl dikin û serweriya welatê xwe Sûriyê binpê dikin. Tenê ji bo yek aramancê û ew jî têkbirina Kurdan û Rojava ye. Ev çete xwe mîna beşekî ji dewleta Tirk dibînin û li dijî axa Sûriyeyê şerekî qirêj û bê exlaq dimeşînin. Ji bo AKP´ê û Erdogan jî soza çetetiya heta dawiyê dane. 

Şûnmayên ENKS´ê jî di nava “Îtîlafê” de dijminatiya xwe ya li hemberî Kurdan, federaliya Rojava û PYD´ê gotin. Çeteyên ENKS´ê ji bo têkbirina Rojava ji mêj ve karekî çetewarî yê qirêj dimeşînin. Wan berê tenê derew û kampanya reşkirinê li dijî PYD û YPG´ê belav dikir û ji çeteyên “Îtalfê” û “artêşa azad” dixwestin ew êrîşî Rojava bikin. Lê niha eşkere dibêjin, em li gel AKP´ê ne û li dijî Rojava û YPG´ê amede ne şerekî çekdarî jî bikin. Ji ber hindê, em dibînin ku ENKS her roj behsa “pêşmergeyên Rojava” dike û dibêje em ê wan bi darê zorê derbas kin da ku ew mil bi mil li gel atêşa Tirk û çeteyan şerê QSD û Rojava bikin. ENKS ya ku destekê ji PDK´ê digire ji bo her cûreyê şerê çetewarî yê tarî li dijî Kurdan û Rojava amade ye. 

Ji bo ku artêşa Tirk derbasî Rojava bibe, ENKS ev serê çend salan e li ser kar e. Ew bi hemû hêza xwe li gel AKP´ê û “itlafê” kar dike û her roj agahiyan ji hundirê Rojava ji bo navendên şerê taybet yên AKP´ê dewir dike. ENKS weha bawer dike, eger Rojava û QSD têk herin û mîna Qibrisê dagirkeriyeke artêşa Tirkan çêbe, ew ê desthlatdariya Rojava bigire dest xwe û bi erêkirina AKP´ê bibe xwedî hêz û hebûn. Mîna ku çeteyên “artêşa azad” desthilatdariyê bi navê dewleta Tirk li Cerablusê dikin, ew ê jî weha desthilatdariyê li Rojava li jêr ala Tirkan bike. Niha artêşa Tirk li gel çeteyên muxalefeta Şamê hewl dide bajarê Izaz û derdora wê dagir bike. Ew êrîşê dibin ser kantona Efrînê û hewl didin hin gund û heremên Efrînê dagir bikin. AKP û çeteyên wê yên muxalefeta Şamê dixwazin herema Şehbayê bi temamî bigirin dest û bi vê yekê re rê li ber yekirina axa federaliya Rojava bigirin. Tevî têkçûna artêşa AKP´ê û çeteyên wê li bajarê Babê jî hewldanên êrîş û dagirkeriya li dijî Rojava û QSD´ê qet nasekinin.

Rewşa dawî li gorî agahiyên ku ANF belav dike weha ye, “Pêr Tirkan 80 endamên hêzên taybet, 5 tank û 2 panzer şandin baregeha leşkerî ya li Til Cibrînê ya li navbera gundê Dekne û Exterînê. Gundê Ayn Dekne gundekî di destê Ceyş El Siwar ê ji QSD’ê de ye. Di mehên havîna bihurî de, gelek caran çeteyên Tirkiyeyê êrîşî vê derê kirin. Hedefa sereke ya baregeha leşkerî ya li Til Cîbrînê, di destpêkê de gundên Ayn Deqne, Til Rifat, Şêx Îsa, Hesiye û hemû herêmên di bin kontrola Ceyş El Siwar de ne. Piştî hêza leşkerî û maşînên pêr şandin Til Cîbrînê, doh jî 2 hezar û 300 kesên ji artêşa Tirk ji nava Ezaz û Raî ketin hundir. Ev hêz wê li Dabiq, Soran, Şava, Şevrîn, Sîndî û Ezazê bi cih bibin. Li gorî çavkaniyên herêmê, bicihbûna hêzên artêşa Tirk li van cihan, amadekariya êrîşeke berfireh li dijî Efrîn û Şehbayê ye”.

AKP´ê û çeteyên xwe yên “Îtîlaf” ( di nav de ENKS jî) pîlanên şerekî mezin dikin. Ew li her deverê baregehan ava dikin û ciwanên Sûriyeyî yên penaber dikişînin nava komên çete. AKP hewl dide têkçûna xwe ya Babê û serketina QSD ya azadkirina Reqayê di demên pêş de pûç bike. Ew her weha dixwaze QSD´ê zeîf bike û hêzên wê belav bike û bi vê yekê DAIŞ´ê li hemberî wê xurt bike. Ew dizane ku QSD çekên nû bidest xistine, ji ber hindê êrîş dike da ku QSD demê nebîne xwe hînî bikaranîna van çekan bike. 

QSD di salên derbasbûyî de derbên giran li artêşa AKP´ê û çeteyên wê xist. Ji bo berevaniya Rojava QSD dê her amede be. Artêşa AKP´ê dê nikaribe ti encaman bi dest bixe. Şehba û Efrîn wê bibin gura AKP´ê û çeteyên wê.