Ji dema ragihandina federaliya Rojava-Bakurê Sûriyeye pêla şovenîzma ereb li cem rejîm û muxalefeta Şamê bilind bûye. Ev her 2 aliyên ku ev serê 5 salan şerekî qirêj li dijî hev dimeşînin, tenê li ser xala redkirina federaliyê û neqebûlkirina mafên kurdan li hev kirine. Dema mirov li daxuyaniya qaşo “xalên çerseriyê” ya ku bi riya de Mestura belav bû, dinêre, mirov dibîne ku çawa rejîma Beşar Esed û muxalefeta nijadperest li dijî forma federaliyê û hebûna gelê kurd in.
Ji aliyê muxalefeta nijadperest tenê êrîş û sixêfên qirêj li dijî kurdan tê. Gelek endamên vê muxalefetê, ku berê beşek ji rejîma Baasê bûn û xulamên Esed û bavê wî bûn, heqaretê li netewa kurd û dîroka wê dikin. Yek ji van Esed El Zûbye ye, ku bi dehên salan di istixbarata rejîma Esed de xebat kiriye. Wî heqaret li kurdan kir û gef li wan xwar. Ev mirov niha hukumdariyê li ENKS jî dike. ENKS a ku qedera xwe firotiye şovenîzman û li cem wan tenê bi karê muxbiriyê li dijî PYD û YPG dike, piştî nerazîbûna kurdan û hêzên wan yên siyasî, qaşo li dijî El Zûbye helwest stend. Ji bo ku ev El Zûbye di cihê xwe de wek “serokê heyata diyalogê” ya bi rejîma Esed re bimîne, berpirsê vê heyetê û serokwezîrê berê Riyad Hîcab serdana Hewlerê kir û hevdîtin bi serokê PDK Mesûd Berzanî re çêkir. Konsepta şerê li dijî federaliya Rojava, PYD û YPG divê heta dawî here. Bi riya çend gotinên xweş, wênekişandin li jêr ala herema Başûrê û axaftina çend peyvên pesindariya Berzanî, divê El Zûbye di cihê xwe de bimîne û ENKS bê deng bibe û prosesa ambargodanîn û dorpêçkirina Rojava bi riya PDK, AKP û ENKS berdewam bibe.
Bi dirêjahiya dîroka kurdan her dem dijmin çend kurd ji xwe re kirine peya û bi riya wan mafên kurdan, hêz û tekoşîna azadiyê pûç kiriye û daye erdê. Niha jî di sedsala 21´an de, dewleta Sûriyeye, çi rejîm û çi muxalefet, hewl dide vê yekê pêk bîne û kurdan bê par bimîne ji vê guhertina an jî jinûvesazkirina Sûriyeye. Jixwe di sala 2011´an de dema ku Esed nû dest bi kuştina gelê Sûriyeye kiribû, Ahmed Davutoglu, dema ku wezîrê karê derve bû, di maweya 6 mehan de, 20 caran serdana Şamê kir. AKP qaşo “Pakêta Reforman” ji bo xelasiya Esed amede û pêşkêş dikir. Di vê “Pakêtê” de diviyabû nasnameya kurdan di destûra bingehîn a Sûriyeye de nehata qebûlkirin. Her weha diviyabû tu formên xweseriya li ser esasê netewî an mezhebî jî nehata naskirin. Ew karê ku Davutoglu dikir, niha AKP bi riya muxalefeta Şamê ya nijadperest, PDK û ENKS berdewam dike.
Çeteyên muxalefeta niajperest bi hemû hêza xwe êrîşî taxa Şêxmeqsûdê dikin. Her roj şehîd hene. Ambargoya ku ev çete li ser Efrînê jî danîne, hîna mîna berê xurt e. AKP´ê ji aliyê xwe ve her roj Qamişlo û gundewarên Efrîn, Til Abyad û Kobanê bombebaran dike. PDK jî dergehê Sêmêlka girtî ye û her çalakvan an rojnamevan yê ku diçe an ji Rojava vedigere, digre (girtina çalakvana kurd Bêrîvan Zên û 4 welatiyên ewropî ên ku dixwestin tevî nava refên YPG bibin). Em dibînin ku şerekî mezin li dijî Rojava heye. Konseptek giştî ya fetisandin û tesfiyekirinê heye û aliyên vê konseptê diyar in.
Federaliya Rojava-Bakurê Sûriyeye her roj xurtir dibe û cihê xwe digre. Hêzên QSD îro bûne hevkarê civaka navnetewî li dijî terora DAIŞ´ê. Di prosesa rizgarkirina Reqa û Cerablusê de, dê ev hêz yên sereke bin. DYA bargeha Încîrlîkê digre û ji Tirkiyê vedikişe. Erdogan û AKP xwe li tevahiya cîhanê mîna hevkarên DAIŞ û dijminê azadiyê teşhîr bûne. Dê Meclisa Sûriya Demokrat (MSD) û hikûmeta federaliyê beşdarî kongreya Cenevrê bibin. Kesek nikare rastiya Rojava inkar bike. Dê destkeftiyên li ser rûyê erdê li Cenevreyê diyar bibin.
Federaliya Rojava-Bakurê Sûriyeye êdî bûye hevî û rastiyek. Tecrubeyek ji bo hemû heremê mînak e. Ev tecrube bi beşdarbûna pêkhateyan ya nava qada avakirin û parastinê her roj xurtir û bi gewdetir dibe. Tevî hemû êrîşan, Rojava bi lezek baş ber bi azadî û xwedewrkirina ji bo faktorekî sereke yê xurt dimeşe…