Ev axaftin, axaftina jineke emrê xwe 18 salî ye. Xwe ji Rojava ya Kurdistan e. Di nav tevgera şoreşê de cih girtiye. Cilê şoreşkeran li ser e, rojê heta êvarê, şev heta sibehê di milê şoreşvaniyê de dixebite. Ruyê xwe daye ber rojê, bi halekî rehet, bawerî, dilêrî û ewlayetî hatiye li ruçikê wê runiştiye û ji xwe bawerbûn di çavên wê ya zerê qehweyî de dibiriqe. Ewqasî ku hatiye nivîsin, navê wê Desîn e.
Televizyoneke Îtalyayî, çuye li Rojava û belgefilîmek çêkiriye. Belgefilîm taybet li ser jinên Kurd a şoreşkeran e. Bi navê resen ve navê filîm "Kurdish Female Fighters: A day in Syria", ango "Jinên Şoreşker a Kurdistan: Li Sûrî Rojek" e. Mijar komek ji Yekineyên Parastina Jin e. Camidîtî ya qamerayê tenê li ser wê komê ye. Di wê refê de her jinek, wekî Desîn bi dileke fireh û ji xwe bawer diaxive. Qasî ku li belgefilîmê dixuyê û şewqa xwe dide, jinên Kurd ji jinên dinyayê re digazî û deng vêdide. Qedr û qîmeta serîhildan û hay ji xwe bûnê vedibêje. Lê binêrin, jineke Kurd, ku li Sûrî mezin dibe, li gorî standardên Awropa û dinyayê, ew hê zarok e, ji xwe çi, 18 salî ye, heta vî emrê xwe li gund e, an jî ji bajarokekî be jî însan dikare bizane ku ji male derneketiye. Lê şoreş, ew hildaye û ji însanetiyê re wek zanyarek gihandiye. Him xwe bawer e, him ji jinên dinyayê re bangawaziyan dike. Pergala kapîtalîzmê analîz kiriye û ji bo jinan çareseriya xwe bilêv dike. Derd û kula wê, ne tenê ji bo xwe, ne tenê ji bo gelê xwe, ne tenê ji bo welatek an jî herêmek e, zanîn û qêrîna wê, (di serî de ew kesên ku xwe wek têgihîştî binav dikin, ango miletê Awropa), taybet ji bo hemû çinê jinan e. Min vê sibehê lê nerî jî, xwe bi xwe got: "Hahoo, ew şoreşa Rojava ha çi kiriye?!..."
Rojava ha çi kiriye?!.
"Di nav civakê de em hê kole bûn. Jin kole bû. Tu mafên jin nîn bû. Ji dawê xwe nedizanî bû, nedixwest... Hinek jin di nav civakê de hene, birastî nizane "jin çiye?", xwe nasnake. Niha ez bi xwe jineke azad im û jineke bi cesaret im. Ez dikarim parastina xwe û vî gelê bikim, dikarim parastina xwe û jinên kole bikim û da ku ez vê jinê ji vê zilmê derxînim. Birastî jî tesîra kapîtalîzmê pirr li ser jinan e, jin timî kole kiriye. Zilam xwe kiriye desthilatdar, bes jin di bin ketinê de ye. Birastî jin zilmê qebûl kiriye, ez nexwazim jin zilmê ji xwe re qebûl bike. Tesîra kapîtalîzmê li ser jin li ku derket? Li Awropa derket. Ez dixwazim wekî jinên YPJ'ê, wekî jinên Rojava, ji jinên Awropa re bibêjim, 'vê zilmê ji xwe re qebûl nekin, vê koletiyê qebûl nekin, vê kapîtalîzmê ji xwe re qebûl nekin, vê civakê qebûl nekin. Werin tev li refê gel bin, werin parastina xwe bixwazin, werin xwe nasbikin. Gelo hûn kî ne, hûn çi dixwazin, mafê we çiye?' Ez dixwazim ji jinên Awropa re bibêjim, 'heta niha hûn bin destin, çima bin destin?' Birastî tesîra kapîtalizm pirr li ser serê jinên Awropa ye, em dixwazin wê kapîtalîzmê li ser serê xwe rakin. Ez dixwazim jinên Awropa jî wekî jineke azad, di hundirê xwe de azadî bixwaze, di hundirê xwe de xweserî ya xwe bixwaze. Ne bindest be, timî azad be. Koletî ji xwe re qebûl neke."