Di van 10 rojên dawî de hêzên YPG û YPJ´ê li dijî terora DAIŞê destkeftiyên mezin bidestxistine. Li Kantona Kobanê hemleya azadkirina gundan berdewam e. Li wir niha hemû gundên ku ketibûn destê terorîstan hatine rizgarkirin, ji vê yekê zêdetir hêzên kurd ber bi Til Abyad û derdora Reqayê ve diçin. Mirov dikare bibêje ku rêxsitina DAIŞ´ê li tevahiya vê heremê têk çûye û nema dikare rabe ser piyan. Jixwe gelê Kobanê dest bi prosesa vegerê kiriye. Bi dehhezaran heta niha vegeriyane tax û gundên xwe. Hikûmeta Kantonê jî der barê prosesa ji nû ve avakirinê de lezê dide kar û xebatên xwe.

Li Kantona Cezîrê hêzên YPG û YPJ´ê dest bi hemleya paqijkirina axa vê heremê kirine. Di destpêkê de Til Hemîs hate rizgarkirin. Til Hemîs bûbû navenda DAIŞ´ê li Cezîrê û wek xencerekê di pişta rojava de bû. Beriya salekê bi bêbextiyeke mezin Til Hemîs bû sedema şehadeta 32 lehengan. Îro Til Hemîs û gelê xwe rizgar bûn. Bi sedan çete hatin kuştin û tola şehîdan hate stendin. Di heman hemleyê de Til Birak jî hate rizgarkirin. Ev her 2 bajarok piraniya gundên derdora wan ereb in. Niha ji bo ku gelê vir beşdarî dezgehên Kantonê bibe û meclisên xwe yên herêmî ava bike û karibe xwe li hemberî terora DAIŞ´ê biparêze, divê dest bi xebatê were kirin. Gelê vir jî gelek zirar ji DAIŞ´ê dît û dixwaze bi azadî bijî. Lê hinek kes û malbatan alîkariya DAIŞ´ê kiriye û ji bo wê dibûn çav û guh. Ew divê werin cezakirin û surgûnkirin. 

DAIŞ´a ku li Til Hemîs û Til Birak têk çû, hewl da vê têkçûnê li Til Temirê veşêre û tezmîn bike. Li vê heremê êrîş bir ser navennda parastina heremê, ku bi dehan namzetê eskeriyê vedihewandin. Her weha êrîşî gundên Asûriyan kir û bi sedan welatî dîl girtin. Piştî berxwedaneke dijwar hin şervanên YPG´ê û namzetên eskeriya Kantonê şehîd bûn. Bi dehan çete jî hatin kuştin. Di nava şehîdên YPG´ê de 6 şervanên Ereb jî hene. Li herêma Til Temir Asûrî, Ereb û Kurd dijîn. Dema mirov li êrîşên DAIŞ´ê dinêre, dibîne ku ew herêmên ku pirraniya wan Ereb in ji xwe re dike hedef. Bi riya hin kes û malbatan dixwaze têkeve heremê. Loma divê derî li ber vê stratîjiya DAIŞ´ê were girtin.

Di şerê Til Hemîs û Til Birak de hêzên eskerî yên eşîreya Şemerê ya Ereb û Meclisa Suryanî mil bi mil li gel YPG û YPJ´ê şerê çeteyan kirin. Ev konsept gerek zêdetir cihê xwe bigire. Eşîr û komên heremî divê xwe çekdar bikin û li hemberî êrîşên DAIŞ´ê bibin mertal û bi xwe heremên xwe biparêzin. Nabe ew ji DAIŞ´ê re bibin hevkar. Kesên ku dibe hevkar û bi sedema hevkariya wî şervan şehîd dikevin, divê bên cezakirin û qet li wan neyê bihurîn. Niha rêveberiya Kantonan di asta navneteweyî de tê naskirin û cihê xwe digire. Her weha di nava Sûriyeyê de ew heremên herî bi ewle û aram in. Loma divê her kes û her pêkhate vê yekê baş zanibe û bibe amûrê avakirinê, ne hevkarê terorê. Ji bo kesên ku destê alîkariyê dirêjî terorê dikin, divê cezayên giran hebin. 

Eger hemû pêkhateyên Kantona Cezîrê, mîna eşîra Şemer û gelê Suryanî li dijî DAIŞ´ê derkevin û şer bikin, ew dê tam têk biçe. Divê her kes xwe xwediyê vê rêveberiyê bibîne. Ew şeş Şervanên YPG yên Ereb yên li Til Temirê şehîd ketin, ji bo gelê ereb mînaka herî bi rûmet in. Wan gund û malbatên xwe li hemberî êrîşkarên biyanî parastin û xwîna xwe rijand. Ev xwîn divê bibe destpêka biratiyeke mayinde û bi hev re jiyaneke durist û ji dil…