Li Endelûzyaya Spanyayê jî cotkariya alternatîf a ekolojîk dike. Ji bo karê AMAP´ê ew dibêje: "Bi AMAP'ê em biryar didin ka em ê çi hilberînin û berhemên xwe bêyî navbeynkar çawa bigihînin xelkê hewce. Di aboriya bazarê de gelek tişt ji dest tên dayîn, lê bi AMAP´ê em biryarê didin ka çi hewce ye. Ev jî bawer dikim gavek e ber bi wê tişta hûn jê re dibêjin Konfederalîzma Demokratîk." 


Havênê azadîxwaziya ekolojîk Bookchin  

Romero îşaret bi girîngiya Murray Bookchin di jiyana xwe de dike: "Dema ku min berhemên Murray Bookchin xwendin, min dît ku wî fikra azadîxwaz a anarşîst gihandibû fikra ekolojîst. Ya rastî anarşîstên Spanî ev yek kiribûn, lê ev rûyekê kêm yan jî şaş tê nasîn ê anarşîstên spanî ye. Di salên sihî de li Madrîdê hereketeke xurt a "naturalîst" (jîngehparêz) hebû. Projeya anarşîstan di dema şoreşê de ew bû û bajaran piçûk bikin, ji jêr ve bi rêya xelkê, li van bajaran çandiniyê bikin,  kembereke heşînahiyê li dora van bajaran deynin. Armanc ew bû bajar di sîstema ekolojîk de werin entegre kirin." 


'Ocalan û PKK mînak in'

Floreal Romero îşaret bi jibîrbûna mîrateya yên bi bin ketî dike û weha dipeyive: "Ez bawer dikim ku Bookchin wê ev fikr pirr biecibanda, lê biya min wî bi wan nedizanî, lewra fikr û pêşniyazên têkçûyiyan tên jibîrkirin. Ez jî di lêgerînekê de me. Ji xwe ji ber wê ez li vir im (Konferansa Duyemîn a Qebûxwestsina ji Modernîteya Kapîtalîst li Hamburgê), bi fikra min, serhatiya Ocalan û tevgera PKK´ê mînak in. Nîşan didin ku gelek tiştên mirov dikare fêr bibin hene, ez jî hatime fêr bibim, barê tecrûbeyan li pişta xwe bikim. Ez di xebatên xwe de hewl didim fikrên Bookchin bidim nasîn û niha jî ez ê hewl bidim yên Ocalan jî bidim nasîn hem li Spanya û hem li Franseyê.

Romero beriya bi demeke kurt pirtûkek tevî Vincent Gerber bi fransî weşand. Mijar jî piçûkkirina aboriyê ye ku xwe disipêre fikrên Bookchin ên di biwara ekolojiyeke civakî û radîkal de. Ew fikra sereke ya vê pirtûkê weha rave dike: "Hizra me weke ya aborîzanekî îfade kirî ew e, 'heke mirov li hilberîneke, mezinbûneke aborî ya bê dawî li dinyayeke bi dawî bifikire, ev yan hizra aborîzanekî yan jî ya dînekî ye'." 


Navenda mijûliyaîyê: jiyan

Floreal Romero ji bo Ocalan dibêje: "Ya rastî jî ev şensekî mezin bû. Surprîzeke erênî bû; Ocalan bi awayekî gelekî serketî nîşan dida ku kapîtalîzm û dewleta netewe du rûyên heman pereyî ne. Ez ê berhemên wî yên din ên bi Fransî û Spanî jî bixwînim." 

Romero girîngiya sentezkirinê destnîşan dike û weha dipeyive: "Bi ya min Ocalan jî sentez kiriye û dema ev kiriye jî xwe spartiye dîroka xwe, mayeya vê dîrokê. Bi ya min ev bingehîn e. Divê em bi hewleke ji mirov û wêde ji bo guherîna vê rêyê û civakê bixebitin; nabe ku dinya wisa dewam bike, ev ê bibe dawiya jiyanê li ser rûyê erdê. Hewcedariya jiyanê bi vê hizra girîng heye. Divê em tevahiya zanîna xwe bi kar bînin ji bo guherandina vê modelê û jiyanê li navenda mijûliya xwe bi cih bikin." 


Rojava rê nîşanî me dide

Romero tevgera li Chiapas û şoreşa wan a civakî dipesinîne û weha dewam dike: "Niha Kurdistan û nexasim jî Rojava rêya ku divê em bidin ber xwe nîşanî me didin. Biya min girîng e niha em hevdu bigirin. Û rêya herî baş alîkariya bi Rojava re ew e ku em li welatên xwe hewl bidin heman karî bi ser bixin. Êdî em tevgereke navneteweyî ne. Nabe ku em ji kapîtalîzmê bi tenê li welatekî xilas bibin, divê li hemû welatan de di heman demê de em vê bikin." 


Bavê min ê Anarşo-sendîkalîst!


Bavê min ev nav li min kir. Birayekî min ê din heye navê wî Germînal e. Birayekî din navê wî Liberte (Azadî) ye. Ya rastî mesele rêûresmeke spanî ye ku dixwaze têkiliya xwe qut bike bi rêûresma Katolîk re. Û herweha ji bo ku têkiliyê deyne bi rêûresma Şoreşa Fransî re ku navên nû dan mehên salê. Li gorî vê teqwîmê Floreal navê meha kulîlkan ango Gulanê bû. Bavê min sala 1936´an li Spanyayê şer dikir weke endamê CNT (Konfederasyona Neteweyî a Kar) ya anarşîst-sendîkalîst bû. Piştî şerî ew hat girtin û sê salan li Valensiyayê di girtîgehê de ma. Di vê demê de bi tenê kirasek lê bû.  Piştî ku hat berdan, hewl da ku xwe li civaka spanî entegre bike, lê ji ber zextên dîktatoriya Franco nedikarî. Bavê min tercîh kir bibe penaber û çû Franseyê. Penaberên spanî yên li Franseyê pêre bûn alîkar û di karên zehmet de ew jî bi cih kirin. Ez jî li Franseyê ji diya xwe bûm. Bavê min piştî mirina Franco vegeriya, lê hêviyên wî neman û hew li Spanyayê bi cih bû. Ez bi xwe paşê li Spanyayê bi cih bûm weke yekane endamê ji malbata xwe. 



Luqman Guldivê