Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li kampên ku saziyên alîkariyê yên navneteweyî xwe li wan kerr û kor dikin, bi derfetên xwe bi deh hezaran koçberan xwedî dike.
ERSÎN ÇAKSÛ / ANF/EYN ÎSA
Bi destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyeyê re, bi sed hezaran koçberên ji herêmên cuda yên vî welatî û ji Iraqê koçî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Beşeke mezin a van koçberan hîna jî li bajarên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne. Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gelek bajaran ji bo koçberan kamp ava kirin.
Li Kampa Newrozê ya li bajarê Dêrikê, li Kampa Holê ya li Hesekê, li Kampa Mebrûka ya li Serêkaniyê, li Kampa Eyn Îsa ya li Eyn Îsayê û li Kampa Îwa ya li Dêra Zorê bi deh hezaran koçber hene. Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi derfetên xwe xizmetê dide van kampan. Li gel van kampan, kampên Berxwedan, Serdem û Efrînê li herêma Şehbayê hene ku bi deh hezaran Efrîniyên ji ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk koçber bûne, lê ne.
Xwe li nedîtinê datînin
Ji roja destpêkirina şerê Sûriyeyê ve, dewleta Tirk mijara penaberan li dijî welatên rojavayî, Neteweyên Yekbûyî û saziyên alîkariyê yên navneteweyî bi kar anî. Di encama van gefan de bi milyaran dolar dan dewleta Tirk. Lê belê saziyên navneteweyî xwe kerr û kor dikin li kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Li gel bangên ku heta niha hatine kirin, alîkariyeke gelekî biçûk ji kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re hatiye kirin. Pirraniya lêçûnên kampan ji aliyê Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve tên dayin.
12 hezar û 500 koçber hene
Bi destpêkirina zivistanê re şert û mercên jiyanê yên li kampan giran dibin. Yek ji mezintirîn kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Kampa Eyn Îsa ye. Kamp beriya niha bi du salan ji aliyê Meclîsa Sivîl a Reqayê ve hate avakirin û niha 12 hezar û 500 penaber lê ne. Ji rêveberên kampê Celal El Eyaf dibêje, li kampê 1080 kon hene û alîkariya ku Neteweyên Yekbûyî bi wan re dike gelekî kêm e.
Kiriya cih jî didin
Her wiha Eyaf dibêje, cihê ku kamp li ser hatiye çêkirin milkê taybet e û neçar in kirê bidin û wiha dipeyive: “Mehane em 100 hezar lîreyê Sûriyeyê kirê didin. Mafê me nîne ku em li ser vî erdê kirêkirî karekî bikin. Em nikarin xîzê lê bireşînin. Nikarin rê çêkin. Ji ber ku ev erd ê şexsekî ye, em nikarin tiştekî bikin.”
Barê giran ê Meclîsa Sivîl a Reqayê
Ji rêveberên kampê Ebdulnasir Hemê jî bi bîr dixe ku kamp berî du salan ava bûye û niha ji Reqayê 3 hezar û 115, ji Dêra Zorê 8 hezar û 73, ji Helebê hezar û 56, ji Îdlibê 48, ji Hamayê 64, ji Humsê 162 û ji Iraqê jî 518 kes li kampê ne. Hemê dibêje, pirraniya lazimiyên penaberan ji aliyê Meclîsa Sivîl a Reqayê ve tên dabînkirin.
Derfeta karkirinê nîne
Koçberê bi navê Ganûş Mehmûd El Hesûn ku ev salek e tevî malbata xwe li kampê ye, dibêje, li kampê gelek sazî hene û hewl didin bersivê bidin pêwîstiyên wan. El Hesûn dibêje, “Li kampê hemû sazî hene. Lê dîsa jî hin pirsgirêk hene. Divê rêveberiya kampê wan jî binirxîne û çareser bike. Pêwîstî bi çareserkirina meseleya perwerdeyê heye. Her wiha divê ji bo me derfetên kar bên afirandin. Mesela, ez mamoste me lê nikarim karê xwe bikim. Li vê derê mirovên ji gelek pîşeyan hene. Pêwîst e şert û merc werin afirandin da ku mirov karibin jiyana xwe ji nû ve li ser ava bikin.”