Li seranserê ewrûpayê doh û pêr jî li her deverî çalakî hebûn. Ji van em ê behsa paytexta Ingilîstanê London, bajarên Elmanyayê Stittgart û Braunschweigê bikin.
Li Londonê bi pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd li meydana Traflagar bi sedan kes hatin ba hev û êrişên qirker ên dewleta Tirk protesto kirin. Di axaftinan de êrişên dewleta Tirk hatin şermezarkirin û qisekeran bal kişand ser têkiliyên Tirkiye û DAIŞ’ê.
Li meydana Kobanê (Schlossplatz) pêr êvarê dîsa bi hezaran kes civiyan. Beşdaran sloganên, “Erdoganê qatil ji Kurdistanê biceheme”, “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî Serok Apo” û “Rojava ne tenê ye” gotin. Girse di nava kolanên herî şên ên bajêr re meşiya û çalakiya xwe heta derengî şevê li meydana Kobanî dewam kir.
Li Braunschweigê jî mîtînga xwedîderketina li Rojava hebû. Çalakgeran li meydana çalakiyê dezgeha agahdarkirinê jî danî.
LONDON/STUTTGART