PYD’ê bang kir li aliyên ku çavdêriya agirbesta li Sûriyeyê dikin, û xwest zextê li komên çekdar û hikûmeta AKP’ê bikin da ku êrîşên li dijî Şêxmeqsûdê bi dawî bike. PYD’ê her wiha bang li tevahiya gelê Sûriyeyê kir da ku Şoreşa Rojava wekî nimûneya çareseriyê binirxînin.

Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demoratîk (PYD) bi rasthatina 5’emîn salvegera şoreşa Sûriyeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. 15’ê Adara  2011’an weke destpêka şoreşa Sûriyê tê qebûlkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji ber hêzên navneteweyî, destwerdaye Sûriyeyê, welat veguherandine meydana şerê cîhanê yê sêyemîn, gelê Sûriyeyê ji ber vî şerî gelek wêranî, êş û azaran dibîne.


‘Gel rûmeta xwe diparast’

PYD’ê îşaret bi tevgera bihara li welatên Ereb kir û got, "Gelê Sûriyê bi armanca ji tarîtiya kûr derkeve, li tevgereke aştiyane digeriya. Dixwest rûmeta xwe biparêze û mafên bi dehan salan ji destê wan hatine girtin careke din bi dest bixin.

Li ser wî esasî di 15’ê Adara 2011’an de çalakiyên aştiyane destpêkirin, di demeke kurt de bi armanca veguhertina demokratîk tevgera gel li tevahiya Sûriyeyî belav bû."

PYD got, ji ber ku tevgera gel bêyî pêşengiyeke şoreşgerî hate kirin, nikarîbû ber bi azadiya demokratîk ve biçe û weha dewam kir: "Ji ber vê yekê şoreşa gel hate dizîn û tevgera aştiyane di encama destwerdana hêzên herêmî yên wekî Tirkiye, Qeter û Erebistana Siûdiyê û piştgiriya wan ji komên çekdar ên li gorî berjewendiyên wan re, riya şoreşa gel veguherî."  


Rejîmê her dever şewitand

PYD dibêje, di encamê de muxalefeteke bi navê Îtîlafê a ku destikê hêzên derve bû hat destekkirin û weha axivî: "Çete ji hemû aliyên cîhanê anîn û derbasî xaka Sûriyê kirin. Rewşa rêjîmê jî ne gelekî ji ya wan baştir bû, wan jî siyaseta şewitandina her derê meşand, hevalbednên xwe yên nijadperest xistin nava tevgera gel a şoreşgerî de û şerê navxweyî yên nijadî derbasî xaka Sûriyê kirin. Li ser xaka Sûriyê hesabên xwe tesfiye kirin. Gelê Sûriyê nikarîbû tiştekî bike, tenê bû sotemeniya hesabên şerên wan."


Şerê Cihanê yê Sêyemîn

PYD rewşa piştî ku hêzên ji derve yên herêmî û navneteweyî midaxilî şerê navxweyî yê li Sûrî bûn, weke "Şerê Cihanê yê Sêyemên" bi nav dike û dibêje, ev yek ji bo gelê Sûriyê bi tenê bû "wêranî û talankirin". 

PYD îşaret bi tecrûbeya Rojava dike ku weke alternatîfa siyaseta demokratîk dinirxîne û weha dewam dike: "Li vir xeta siyaseta demorkatîk û neteweya demorkatîk a bi beşdarbûna jiyana hevbeş a hemû pêkhateyan hate bipêşxistin. … Şoreşa li vir bi ragîhandina Rêveberiya Xweseriya Demoraktîk ku hemû pêkhateyên ji Kurd, Ereb, Suryanî, Asûrî û Çeçan cihê xwe têde giritin tacîdar bû." 


Banga rawestandina êrişan

Meclîsa Giştî ya PYD´ê dibêje, komên terorîst ên mîna Cebhet El-Nusra û Ehrar El-Şamê bi piştgiriya hikûmeta AKP’ê soz dane ku xwîna hemû gelên Sûriyê birjînin, û weha pê de çû: "Em wekî Mecîlsa Giştî ya PYD’ê bi vê boneyê bang li hemû hêzên agirbesta li Sûryayê dişopînin dikin ku rê li pêşiya van komên terorîst bigirin û êrîşên wan ên li dijî gel ê li taxa Şêxmeqsûd bidin rawestandin. Di heman demê de zextê li hikûmeta AKP’ê ya ku pişgiriya komên êrîşkar dike, bikin. Di heman demê de em bang li tavahiya gelê Sûriyayê dikin ku nimûneya Şoreşa Rojava wekî nimûne ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê binirxînin.” 


 NAVENDA NÛÇEYAN