Derbarê rola însiyatîfê, projeya Sûriyeya Demokratîk, rewşa mûxalefetê û berpirsyariyên komîteyê de Sekreterê Partiya Yekitiya Lîberal Ferhat Têlo ji ANF'ê re axivî. Têlo da xuyakirin ku Rojava mûxalefeta rastîn a îro li Sûriyeyê tê kirin temsîl dike û got, "Li ser bingeha hêza xwe, bêyî azadî û mafên bingehîn ên gelê xwe bikin mijara bazarê, em amade ne bi her kesên çareseriya demokratîk dixwazin re tifaqê û hevkariyê bikin.", Têlo diyarkir ku bi pêşengiya TEV-DEM'ê re ji sala 2011'an û vir ve wan li her alî komun, meclîs, sazî ava kirine û veguherîn hêzeke ciddî, ev hêza rêxistinbûyî û sazîbûn, ji bo Însiyatîfe Kurd ji bo veguherîna demokratîk a Sûriyeyê ava bikin bingehek afirand.


Partiyên cîh digrin

Derbarê partiyên di nava vê însiyatîfê de cîh digrin jî Têlo wiha got: "6 partiyên di rêveberiya xweseriya demokratîk de cih digirin; Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Partiya Yekitiya Lîberal, Partiya Komunîst a Kurdistanê, Tecemmu', Partiya Aştî û Demokrasiyê, Partiya Demokratîk a Kurdistanê li Sûriyeyê ji vê însiyatîfê re pêşengî kirin. Partiya Çep, Partiya Demokrat a Kurdên Sûriyeyê, Partiya Keskan jî piştre beşdarî vê rêxistinbûyînê bûn. Qada wê ya xebatê ya esasî, xebatê dîplomatîk bû. Lê ji xebatên rojane heta rêxistinbûyîn, perwerde, têkiliya bi saziyên civakî, xebatên girseyî, xizmetên gel, sazîbûn, edaleta civakî, afirandina çareseriya pratîkî ji hin pirsgirêkan re û di xebatên avakirina rêveberiya xweseriya demokratîk de bi awayekî aktîf cih girt."

Encama derkeve

Têlo wiha got: "Ji destpêka krîzê û vir ve her tim banga me ew bû ku Sûriye welatekî xwedî gelek etnîsîte, gelek çand û gelek ol e. Lewma pirsgirêk û krîza siyasî ya li Sûriyeyê tê jiyîn bi tenê pirsgirêka rejîmê, pirsgirêk malbatekî yan jî şexsekî nîne. Me her tim ji aliyekî cuda li bûyerê temaşe kirin. Nêrîna me ya siyasî gelekî zelal e. Di dema me de êdî Sûriyeyeke xwe dispêre eşîretekê, mezhebekê, ol yan jî pêkhateyeke etnîkî nayê qebûlkirin. Weke partiyên di nava rêveberiya xweseriya demokratîk de cih digirin, em di parêzin û bawerin ku Sûriye Sûriyeyea hemû gelên li ser vê xakê dijîn e. Ji ber vê yekê, xebatên ji bo çareseriya Sûriyeyeke demokratîk bi tenê bi rêya Însiyatîfa Kurd ne rast e, berevajî nêrîna me ye. Ji ber vê yekê me rast dîtin ku hemû pêkhate û baweriyên din ên li vê erdnîgariyê bi Kurdan re dijîn tevlî xebatên Sûriyeya demokratîk bikin. Pêwîste rêya çareseriyê li Sûriyeyê jî bi vî rengî be."

Çareserî hêsan e
Têlo destnîşankir ku hêzên navneteweyî eger di krîza Sûriyeyê de bi rastî jî çareseriyê dixwazin, divê tercîhê bikin û wiha pê de çû: "Li Sûriyeyê sê alternatîf hene. Yek ji van rejîma Esad e ku bi bombeyên varîl gel û mûxalefetê bombebaran dike. Ya duyemîn çeteyên DAIŞ'ê ku ji rejîmê paşverûtir e. Ya sêyemîn jî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava ye ku Projeya Sûriyeya Demokratîk diparêz e. Ji bilî van her sêyan lêgerîna li alternatîfekê wê bi tenê demê bide windakirin. Di nava van alternatîfan de ya herî maqûl jî diyare Rojava ye. Divê hêzên navneteweyî vê rastiyê bibînin û êdî vîna gelê Rojava qebûl bikin.


AHMET ÇÎMEN/AZÎZ KOYLUOGLÛ / QAMIŞLO