Rojava radibe ser piyan
Li Rojavayê Kurdistanê dagirkeriya qirker a dewleta Tirk tê rûreşkirin. Li Dêrikê bi hezaran kes li Dêrik û Amûdê meşiyan û dagirkeriya delweta Tirk li Başûrê Kurdistanê û êrişên wê yên qirker li dijî miletê Kurd şermezar kir. Heta 27´ê Hezîranê wê li seranserê Rojava çalakî bên lidarxistin.
Bi hezaran kes li ser banga Meclîsa Malbatên Şehîdan li Dêrikê kom bûn û bi meşeke girseyî êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.
Xwepêşandanê li Qada Azadiyê dest pê kir û nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên li bajêr tevlî bûn. Li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê endamê rêveber Îbrahîm Feqe got: "Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê nekarîn û nikarin vîna gelê Kurd bişikîne. Em sozê didin hêzên xwe ku piştevanî û piştgiriyê heta pêkanîna serketinê pêşkêş bikin."
PYNK'ê banga serhildanê li gelê Kurd kir
Partiyên Siyasî yên Yekîtiya Niştimanî ya Kurd (PYNK) bang li gelê Kurd kirin ku li dijî êrişên dewleta Tirk dakevin qadan û rabin serhildanê.
Nûnerên PYNK'ê got, dewleta Tirk ji 16'ê Hezîranê ve dest bi êrişên dagirkeriyê yên berfireh kiriye û wiha dewam kir: „dewleta Tirk peyama wê yekê dide ku dixwaze qada dagir kiriye berfireh bike û heta Silêmaniyeyê dagir bike. Em bang li gelê xwe dikin ku têkoşîna xwe ya demokratîk bidomîne, li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat li dijî êrişên dagirkeriyê dakeve qadan."
Hefteya çalakiyan
Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê wê di navbera 21-27'ê Hezîranê de dakevin qadan. Çalakiyên plankirî ev in:
Îro li Qamişlo, Til Birak û Çilaxayê saet 10:00´an, li Şehba û Helebê saet 11:00´an çalakî hene.
23’ê Hezîranê li Til Koçer, Til Hemis û Tirbespiyê saet 10:00´an çalakî hene.
24’ê Hezîranê li Girkê Legê saet 10:00´an, li Til Temirê saet 11:00´an çalakî hene.
25’ê Hezîranê li Dirbêsiyê û Holê saet 17:00´an çalakî hene.
26’ê Hezîranê li Hesekê saet 17:00´an û 27’ê Hezîranê jî li Şedade û Kampa Waşokaniyê saet 17:00´an çalakî wî hebin.