Li rexmî ku demek dirêje partiyên Kurdan nêzî hevbûne û xebatên yeketiya netewî zêdebûne jî, xebatên pêkhatina Kongreya Netewî têne taloqkirin û piştî serdana Serokê Herêma Federal ya Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî ya Tirkiyeyê hêvî kêm kirine.  Koç da diyarkirin ku, pirsgirêk ji dîtinên partiyên siyasî ên Kurd ên di derbarê bûyerên li herêmê rû didin û nêzîkatiyên îdeolojîk yên cûda jî bandora xwe hene.Koç wiha got: “Rasteyeke ku qasî dostan dijminan jî derdixe holê.  Di vî milî de jî mijara navend ya neteweyî ye.” Dema ku em dîtina partiyên siyasî ên Kurd ya li mêzekirina bûyerên Rojhilata Navîn digirîn dest, veguherînên dîrokî ên derbazkirine û xala lê derketine, nêzîkatiyên bi hêzên derve re û nêzîkatiyên wan ên civakî girîngin. Şoreşa Rojava di rastiya xwe de şoreşa gelane. Di serî de gelê Kurd, Ereb, Asûr-Suryanî-Keldanî, Ermenî û Çeçen beşdar dibin. Bi vî şeklê xwe jî ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn hilbijartekek ya çareseriyê pêşkêş dike. Yanî delîleke ku gel dikarin bi hev re çareseriyê hilberînin. Di vî alî de çareseriya Rojava çareseriya Rohilata Navîne.


Hesabê hizbî yîn teng

Nulufer Koç axaftina xwe wiha domand; Di mijara netewî de hinek partiyên Kurd bêyî prensîbên berjewendiyên netewî li ber çavan bigirin, gelek tawîzan didin dewletên herêmê û di nava îtîfaqê de ne. Eger ev îtîfaq bi bidestxistina statûya li Rojava endeks bibe, birastî jî dê encamên pir mezin derbikevin.  Di rewşa heyî de bêyî ku hesabê fobiyên li Rojava ên dewleta Tirk û îranê hesab nekin û îtîfaqekê pêşbêxin dê polîtîkayên berjewendiyên netewî tengav bike.

Bila komîte neyî bê erkkirin
Nilûfer Koç got, ji xwe ji ber vê sedemê ye ku li rexmî hemû tengaviyên partiyên siyasî jî pêwîstiya xebatên Kongreya Netewî hertim tê bilêv kirin. Yanî komîtiya amadekar pêwîste di civîna 10’ê Mijdarê de xwe fes neke, ev hişyariyek ya netewî ye. Hêzên ku di komîteya amadekar de cihê xwe girtin û di mijara Rojava de polîtîkaya Kurd ji hev cûdabûyî de pêwîste bibin yek. Gelek hêz li ser sererastkirina rê û rêbazên xwe ên di çarçoveya nesîhet, pêşniyar û rexneyan radiwestin.”
Koçê da diyarkirin ku, Başûrê Kurdistanê ji bo hikumeta nû ava bike di nava xebatê de ye û li dijî KCK, PYD’ê uslubên ku çanda polîtîkayê dixin nava tengasiyê de bikartîne. Koçê anî ziman ku, pêwîste bi xwînsarî nêzî rêbaz û tevgerên xwe bibin, ji ber ku ji bo yeketiya netewî sebir û xwînsarî pêwîste.

Zimanî li dijî PYD û YPG

Hevseroka KNKê Nilûfer Koç anî ziman ku hinek partiyên siyasî piştî serkeftina Til Koçer û îlankirina rêveberiya demkî, uslubê rexneyê cihê xwe ji zimanekî rencîdeyê re hiştiye û got, ev zêdetir li hemberî PYD û YPG pêktê. Nêzîkatiya PYD’e ya xwînsar û zirarê nede yekjetiya netewî li dijî zimanê provokasyonê hêjayî textîrê ye. Zimanekê nexweş ê ji zimanê çanda siyasetê dûr demekê li dijî Hevserokê KCK Birêz Cemîl Bayik jî pêkhat. Lê belê birêz Bayik neket polemiyek wisan di mijara hesasiyeta netewî de tiştek pir girîng bû. Ji ber vê yeketiya netewî sebir û xwînsariyek mezin dixwaze.Yê ku xeletiyeke li hemberî Rojava bike, rastiyek heye ku dê Rojava wî bişewitîne. Ji ber ku Rojava weke daxwaz û xeyalên Kurdistaniyane. Weke Kurdistaneke azade û di dilê her Kurdekê de ye. Di heman demê de ew qas jî ya Ereban, Asûriyan, Ermeniyan, Çeçekan, Elewiyan, Êzidiyan û Xiristiyane ne.”

Bila heyetek biçe Rojava

Koç got, “Em weke KNK jî hewil didin ji bo ev rageşî rabin bi hemû partiyên siyasî re hevdîtiê dikîn.” Pêwîste hemû partiyên siyasî ên Kurd di mijara Rojava de hewil bidin têkildarî konsensusekî netewî di nava diyalogê de bin û gotinên xwe wiha berdewam kir; “Me di hevdîtinên xwe ên dawî de me xebatek ya ji hemû partiyên siyasî û civakî heyetek biçe Rojava da destpê kirin. ji bo ew fikarên ku di nava partiyan de heyî ji holê rabin û bi çavên xwe bibînin, me hewilda heyetê bişînin Rojava.

DIHA/HEWLÊR




Şanda KNK’ê li Silêmaniyê bû

Heyeta Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya ji Hevserok Nîlufer Koç û endam Xebat Mûhamed pêk tê, piştî danûstandinên xwe yên bi 11 partiyên siyasî yên li Hewlêrê re, derbasî Silêmaniyê bûn. Heyetê li Silêmaniyê li gel Serokê Partiya Pêşeroja Kurdistanê Qadir Azîz,  Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Demokratîk a Kurdistanê Hemê Hecî û Endama Polît Buro ya YNK’ê û hevsera Serokkomarê Iraqê Celal Talabanî Hîro Talabanî re hevdîtin pêk anî. KNK’ê di van hevdîtinan de spasî ji wan partiyan re kir, ku mora xwe avêtin binê daxwaznameya ji bo Kurdên li Rojava di bin navê Desteya Bilind a Kurd de beşdarî konferansa Cenevre-2 bibin. Di hevdîtinan de heyeta KNK’ê bal kişand ser girîngiya alîkariya bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê û destnîşan kir ku ji bo lidarketina Kongreya Neteweyî divê hîn bêtir kar bên kirin.

Ji bo kongreya netewî piştgirî

Hevseroka KNK’ê Nîlufer Koç diyar kir ku pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û pirsgirêka Kurd ji bo bi rêya diyalog û aştiyane bê çareser kirin şert û merc çê dibin. Koç di dewama axaftina xwe de got: “Em ji bo ku Kongereya Navneteweyî ya Kurdistanê bi tevlîbûna hemû partiyên kurd û rêxistinan pêk were israr dikin.

DIHA/SILÊMANIYE