Di 27,28,29`ê kanûnê de dûyemîn civîna federaliyê li bajarokê Rimêlan pêk hat, têde hevpeymana civakî hat erê kirin û guhertina sereke tê de navê vê federaliyê ye ku êdî bû Federaliya Demokraîtk a Bakurê Sûriyê ango navê Rojava jê hat rakirin. Ev guhertina ku bû sedema hin nerazîbûnan û herwiha metirsayan li gel Kurdan, sedema wê wekî ku rayedarên vê pergalê nîşan kirin, herêma di bin serweriya wan de îro sînorê Rojavayê Kurdistanê derbas kiriye û herêmên din ên Bakurê Sûriyê girtiye nava xwe, lewma ev guhertin pêwîst bû.

Bê guman ez wek Kurdekî û wekî hemû Kurdên welatparêz dixwazim ku li her derê ez navê welatê xwe bi Kurdî bibînim, zimanê xwe biaxivim, li al û sembolên xwe temaşe bikim, ev eger mirov bi rengekî hestewarî lê temaşe bike wisa ye, lê dema ku îro em li navê vê federaliyê meyze dikin, em dibînin ku beriya navê Rojava yan Bakurê Sûriyê peyva demokraîtk heye, ew jî tê wateya himbêzkirna hemû gelên li ser xaka vê federaliyê dijîn û li gorî wê navekî ku hemû gelan û herêmên ku tê de dijîn, bigre nava xwe pêwîst e; ya din ji ber ku salên dirêj em di bin dîktatoriya Ba`esê de mane dema gotina Sûrî tê gotin, di serê gelek Kurdan de ew wêneyê berê çêdibe û dibêjin Kurd em ê dîsa vegerin wekî berê û tu mafê me nema, lê di rastiya mijarê de Sûrî ne tenê welatê Ereban e, lê belê Kurd, Suryanî, Tirkmen, Asûrî, Çeçen, Çerkes … hwd li ser xaka wê dimînin û welatê wan hemûyan e.

Sîstemên desthilatar çima desthilatê û yek rengî dipejirînin, ji ber ku ew hêsan e, tê de hemû aliyên derveyî xwe difetisîne û her tiştî bi tena serê xwe dike û dema yek ne li gorî wî be, çarenûsa wî diyar e; lê di demokrasiyê de pirr rengî û hevsengiya di navbera hemû gelan de esas e, lewma pêkanîna wê zehmet e û heta ku pêk were têkoşîneke dirêj jê re pêwîst e. Di vir de dema ku em Kurd xwedî wê îdayê bin ku em ê ne tenê ji bo Sûrî lê belê ji bo tevahiya Rojhilata Navîn pêşengtiyê bikin, dema em nikarin vê xalê derbas bikin, em ê çawa gavên din biavêjin? Û ya din tişta girîng ji me re ne nav lê belê naverok e, ma eger kesek navê wî Welat be û ew bi xwe welatfiroş be tu wateya wî navî nema.

Dibe ku yek ji sedemên aciziyan, ew metirsî be ku Kurdan ewqas ked, xwîn, xebat kir û îro tiştekî wan nemabe, lê di bersivên rayedarên federaliyê de ev yek hat redkirin û amaje bi wê yekê hat kirin ku mafê gelê Kurd yek ji xebatên wan ên bingehîn e û têkoşîna bidestxistina wan her wê dewam be.

Dibe ku gotin dirêj û kin bibin lê di rastiyê de ev der Rojavayê Kurdistanê ye û ti kes nikare vê heqîqeta dîrokî inkar bike lê di rewşa heyî ya îroyîn de pêwîst bû ku navê vê pergalê bê guhertin lê di heman demê de rêveberiya xweser a Rojava li ser zemînê dewam dike û xebatên wê dewam dikin, lewma tişta em bibêjin ew e ku Rojava her wê bimîne.