Dewleta Tirk li ser hemû astan hewl dide ku têkoşîna Rojava vala derbixe û beravêtî bike. Ji ber têkilyên eskerî yên QSD’ê bi Koalîsyona Navanetewî ya li dijî DAIŞ’ê, AKP  dîn û har bûye. Ew nikare yekser li dijî DYA helwestan bigre, lê li vî alî û li wî alî sabotajan dike û hewl dide ku QSD bê bandor bimîne.

Herî dawî AKP’ê bi riya peyayên xwe yên di nava muxalefeta Şamê de û bi riya têkliyên bi Rûsya re, hewl dide Rojava ji hevdîtinê Astanayê bê par bihêle. Dema ku QSD nêzîkî paytexta DAIŞ Reqayê dibe û dezgehên fedraliya Rojava bi gewde dibin, AKP bi hemû aliyan re (muxalefet, rejîma Esad, Rûsya û Îran) ketiye nava liv û tevgerê ji bo karibe “formek çareseriya siyasî” peyda bike, ku cihê Kurdan û fedraliya Rojava tê de nebe. Ji bo vê xurtkirina helwesta dijminane ya AKP’ê, hin hêzên Kurd mîna PDK û dûvikên wê li Rojava (El Partî û Yekîtî) jî ketine dewrê. Her çiqasî ku hevdîtinên li Astanayê dê bi ser nekevin û dê şerê li Sûriyeyê hîna dewam bike, lê armanca AKP’ê ji vê bidûrxistina Rojava ya ji hemû cureyên hevdîtinan, ew e ku nehêle Rojava qalibekî fermî û meşrûyetê bigire. AKP dizane ku Rojava û QSD hêzên herî xurt û bi rêk û pêk yên Sûriyeyê ne û bêyî wan qet çareserî ne pêkane. Lewma bi riya sertewandina li himberî Rûsya, Esad û Îranê hewl dide Rojava bê alî bike. Li dijî DYA jî AKP kampanyaya reşkirinê dimeşîne. Herî dawî AKP’ê rêveberiya DYA bi hevkariya DAIŞ re tewanbar kir! Ev yek nîşana îflasa AKP’ê û serketina QSD û Rojava ye. Dewleta Tirk ev serê çend meha ye nikare derbasî El Babê bibe. DAIŞ’ê derbeyên giran li artêşa Tirk û çeteyên wê yên bi nave “Mertala Firatê” xistine. Bi sedan ji eskerên Tirk û çeteyan kuştine. Me ev yek bi dîmenan temaşe kir. DAIŞ termên eskerên Tirk û tank û çekên wan weşandin. Her wiha çeteyên Sûrî yên li jêr desthilatdariya AKP’ê şer dikin, ne barê DAIŞ ê ne. Ew di her şerî de mîna her çeteyên kirêkirî direvin û xwe nadin cihê xeterê. Ji bo pîlanên qirêj yên Erdogan û koma wî xwe nadin kuştin. Erdogan bi dare zorê wan dibe nêçîrê, ew jî tu nêçîrek baş ji bo wî nakin.

Rewşa li Sûriyeye piştî serkeftina rejîmê ya li Helebê dîsa tevlihev bû. Niha DAIŞ li Tedmir/Palmîra û Dêr El Zorê dîsa li pêş e. Ew li dijî hêzên rejîma Esad êrîşên dijwar pêk tîne. Gelek herem ji destê hêzên Esad girtine. Di heman demê de li gelek heremên welat, komên çete û artêşa Esad di nava şerekî dijwar de ne. Ew qaşo “agirbest“ çend rojan jî dewam nekir. Ew niha têk çûye. Ji ber hindê mirov nikare bi hêsanî behsa “hevdîtinên çareseriya siyasî“ bike. Zemîna vê yekê nîne û hîna peyda nebûye.

Fedraliya Rojava û hêza wê ya parastinê QSD her ku diçe xurt û bi gewde dibin. Ji bo hevdîtinên çareseriyê li gel rejîma Esad Rojava amede ye. Eger Esad cidî be û bixwaze forma federaliya Rojava û QSD wek hêzek niştimanî ya tevahiya Sûriyeyê nas bike, wê Rojava alîkar be. Jixwe dawî divê formek çareseriyê û lihevkirinê di navbera fedraliya Rojava û navenda li Şamê hebe. Eger lihevkirinek peyda bibe, AKP vala derdikeve û wê ji aliyê hemû gelên Sûriyeyê ve rastî redkirinê were. AKP mafê wê nîne destê xwe bixe nava kar û barê Sûriyeyê û çeteyan bi ser gelên wê ve bişîne. 

Ji aliyekî din ve, berxwedana Kurdan li dijî AKP divê li gorî dijwariya vî şerî be. Divê AKP bersiva van hemû komkujiyan bibîne. Niha AKP di warê aborî û diplomasî de tengav e. Lewma divê sûd ji vê qelsiya AKP were dîtin û Kurd û tevgera xwe bi hemû hêza xwe tekoşîna jiholêrakirina AKP bikin. Divê sûd ji nakokiyên hêzên derve yên bi AKP’ê re were girtin. Li Rojava jî divê yekîtiya Kurd û Ereban di nava xweseriyê û hêzên QSD´ê de were xurtkirin. Divê helwesteke xurt li hember hevkar û peyayên AKP’ê yên bi navê ENKS werê nîşandan. Divê ti derfet ji bo van casûs û hevkarên AKP’ê neyê dayîn ku Rojava ji hundir ve xera bikin. Şerê Kurdan û AKP’ê wê bi têkbirina aliyekî bi dawî bibe. AKP ya hewl dide ku Kurdan dîsa 100 salan bindest bihêle, divê ji holê bê rakirin û dewrî çopa dîrokê bibe. Bi vî şêweyî hemû cîhan ji vê rêxisitina hevala çeteyan û dijmina azadiya raman û çapemeniyê xelas dibe. Xetera derketina Hîtlerekî din jî ji holê tê rakirin...