Hêza tarî ya bi navê DAIŞ hîna hewl dide Kobanê bigre dest. Tevî ku heta niha YPG û YPJ  bi hezaran ji çeteyên DAIŞ kuştine û hemû êrîş vala hatine derxistin jî, lê dîsa vê hêzê hêviya xwe winda nekiriye. Li ser fermanên dewleta tirk û AKPê çete xwe dicivînin ser hev û berê xwe didin Kobanê. Ji bajarên Reqa, Dêr El Zor, Minbic, Cerablis û Til Abyad, DAIŞ şervanên xwe dikşîne eniya şer li Kobanê.
Li gorî agahiyan gelek ji van şervanan kesên bê tecrube ne û DAIŞ ew bi darê zorê bi çek kirine û berê wan daye Kobanê. Sedem jî ew e ku gelek şervanên bi tecrube û cihê baweriyê, bi taybet yên biyanî, hatine kuştin an birîndarkirin. Wekî din DAIŞ dixwaze ciwanên Ereb yên ji herêmên derdora Kobanê li dijî berxwedana kurdan bixebitîne. Eger hatin kuştin, dê dijminayetiya malbatên wan bi gelê kurd re kûrtir bibe û demek dirêj bajo. Ev siyaset li ser daxwaza dewleta tirk û AKPê tê meşandin.
Berxwedana Kobanê û dengvedana wê li tevahiya cîhanê AKPê bêzar kiriye. Ew niha hewl dide, bi çi riyê dibe bila bibe, vê berxwedanê têk bibe û bê bandor bike. Ji ber vê yekê AKP û Erdogan niha dek û dolaban dikin. Herî dawî dixwazin bi riya çeteyên xwe yên di nava „artêşa azad“ de derbasî nava meselê bibin û tevliheviyê derînin.
Erdogan, xwedê giravî dê 1300 şervanên „artêşa azad“ bişîne alîkariya Kobanê!. Bi vê yekê re, dê ji cîhanê re bide xuyakirin ku ew ji bo xelaskirina Kobanê û têkbirina DAIŞê karekî dike.
Lê ya rastî ne ev e. Divê were zanîn ku ev “artêşa azad” li jêr serkêşiya Abdulcebar El Egêdî ye, ew jî yek ji çeteyên nêzîkî AKP ye. Ev 1300 şervan jî dê ji Tirkiyê werin. Ew ji aliyê MIT a tirk ve hatine perwerde kirin. Ewê ji bo dagirkirina Kobanê û têkbirina iradeya azad û berxwedêr a kurdan werin herêmê. Divê qet destûr ji bo çeteyên AKPê neyê dayin da ku derbasî axa Kobanê bidin. Bazarên ku AKP û Erdogan li ser Pêşmergeyên başûr dikirin, weha xuya dike ku bi ser neketine. Ew pêşmerge dê bi tu awayî neyên himberî YPG û YPJ, wek Erdogan hêvî dikir. Ji ber hindê wî „artêşa azad“ xist dewrê û niha astengiyan li pêşiya derbasbûna pêşmergeyan ya Kobanê derdixe.
Hêzên Hevpeymana Navnetewî li dijî terora DAIŞê niha rêvebirya Rojava û hêza YPG ji xwe re esas digrin. Ew dizanin ku li dijî terorê tenê kurd û hevalbendên xwe li Rojava dikarin bibin hevpar. Lê wekî din, hêzên muxalefeta Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê, Qeter û Arabistana Saûdiyê, ne demokratin. Gelek ji wan eşkere bi DAIŞ re hemfikirin û di kozika wê de cihê xwe digrin.
Niha peywendiyên Hêzên Hevpeymana Navnetewî li dijî terora DAIŞ bi kurdan re her ku diçe xurtir û berfirehtir dibin. Divê kurd li Rojava piştî ewqas lehengî û destanên ku YPG û YPG bi xwîna xwe nivîsandine, xwe bicivînin ser hev û stratijiyek nû ji xwe re ava bikin. Niha hemû cîhan bi serê kurdan sond dixwe. Li gorî ewqas qurbanî, divê destkeftinên siyasî jî hebin. Li Rojava divê peymana Dihokê were bi cih anîn. Divê yekîtiya kurdan û hevparbûna bi ereb û suriyaniyan re were xurtkirin û rêxistinkirin. Divê rê li pêşiya hin aliyên marjînal yên nêzîkî muxalefeta nijadperest ya Stenbolê ne were girtin. Ev alî dê di dema pêş de hewl bidin texrîbat û tevliheviyê durust bikin. Niha Rojava bûye muxatebê hêzên navnetewî yên mezin. Tecrubeya Rojava ji bo tevahiya herêma Rojhilata navîn êdî dibe mînak.
Bi saya YPG û YPJ îro nav û dengê kurdan li nava gelên cîhanê belav bûye. Kurd ji bo şoreşger û azadîxwazan bûne mînak. Divê di warên siyasî û diplomasî de rêvebiriya Rojava bi behlewanî van destkeftiyan biparêze. Divê dewletên mezin rêvebiriya Rojava nas bikin û têkilyan li gel durist bikin. Niha ev yek tê xwestin….