Nirxên li ser zimanê xwe kêm nakin ên mîna demokrasî, aştî, edalet û mafên mirovan jî sewa xapandina gelan bikartînin. Ev dused sal zêdetir e ku hêzên Ewropî û Amerîkî li Rojhilata Navîn in û herwiha ev dused sal e xelkên li Rojhilata Navîn ji ber pirsgirêkên ku tiliya wan têde heyî tu aramî nedîtine...
Heman senaryoya xapandinê îro bi navê krîza li Suriyeyê li Cenevre ya Siwîsreyê carek din tê lidarxistin. Nûnerên dewletên ku pirsgirêkên li Suriyeyê kûrkirine û yên rejîma despotîk a Suriyeyê li hember hevdu rûniştine û li ser qedera gelên li Suriyeyê biryaran distînin. Li maseyê tu kesên ku îradeya xelkên Suriyeyî temsîl dikin, tune ye. Bo konferansê kurd û nûnerên xelkên din nehatin vexwendin, lê çekfiroşên cîhanê, axayên El-Kaîdeyê, kujerên xelkê Suriyeyê û hevkarên wan ên herêmî gişt li Cenevreyê li ber çavên xelk û alemê teyatroyekê dilîzîn.
Mîna ku Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mûslim dibêje,”heta ku îradeya kurdan neyê qebûlkirin, li Suriyeyê tu aştî û çareserî pêşnakeve.” Her ku li Cenevreyê teyatroya şerxwaz û mêrkujan tê lîstin jî kurd bi awayekî bixwebawer gavên dîrokî diavêjin. Piştî Kantona Cizîrê, li Kantona Kobanê û îro jî li Efrînê kurd bi xelkên din ên herêmî yên mîna asurî, ermenî, ereb û tirkmenan re sîstema xwe ya xweser saz dikin. Yanî dîroka rastîn li Rojava tê nivîsandin, ne li Cenevreyê...
Li hêla din, bona mayîndekirina ev gavên dîrokî yekîtî û rêxistinîbûna kurdan jî hewcedariyeke berbiçav e. Wekî ku Serokê Kongreya Civaka Demokratîk Ahmet Turk jî tîne zimên, “eger heta îro Kongreya Neteweyî ya Kurd biciviyabû, kurd wek aktorekî mezin li Cenevreyê wê bihatana pêşwazîkirin.”
Serokê gelê kurd Abdullah Ocalan jî derbarê heman pêşketinan de kurdan hişyar dike. Ocalan balê dikişîne ser Rojava û Kongreya Neteweyî ya Kurd. Li ser pêşketinên li Rojava dibêje, “divê raya giştî ya cîhanê îradeya demokratîk a li Rojava bibîne û qiymetê bide wê. Eger çareseriya demokratîk pêşnekeve wê çaxê felaket wê ji sinorên herêmê derbas bike.” Ocalan herwiha bang li kurdan dike ku Kongreya Neteweyî bi lez were civandin û li Rojhilata Navin kurd bi siyaset û sîstema xwe ji tevahiya cîhanê re bibin mînakê demokrasiya rastîn...
Li Tirkiyeyê jî sîstem xitimî ye, saziyên dewletê belavele bûne û hikûmeta AKPê bi her gavên xwe re hên kûrtir dinoqe avzêlê. Gavên ku wê xilas bikin tenê naskirina îradeya kurdan û çareserkirina pirsgirêka kurd e, lê sewa vê yekê jî ne dilawêrî ne jî dilxwaziya wê heye. Wer xuya ye ku heta hilbijartina 30ê adarê tevlîheviya siyasî ya li Tirkiyeyê wê hên jî kûrtir bibe û kurd wê hejmareke zêdetir şaredariyan bi dest bixin û wê mora xwe ya îradeyî li seranserê bakurê Kurdistanê bixin...
Yanî; bayê felekê vê carê li pişta kurdan e...
Herçiqas serdestên herêmî û yên navdewletî, hewlbidin ku kurdan îzole bikin û li derveyî pêvajoyê bihêlin jî kurd bi gavên xwe yên xweser morê li pêvajoyê û li siyaseta cîhanê dixin. Li ku derê rewşa li Tirkiye, Suriye, Iraq û Îranê tê niqaşkirin, li wir di serî de bahsa pêşketinên kurdan tê kirin. Eger li Rojava xweseriya demokratîk were zeximkirin, li Bakur xebatên hilbijartinê neyên sistkirin û bona Kongreya Neteweyî gav werin avêtin, ji îro şûnde tu kes nikane pişta kurdan bîne erdê.
Rojava, yekîtî, hêvî...
Hêzên ku polîtîkayên xwe li ser tunebûn û tunekirina Kurdan saz dikin di krîzê de ne. Li hinda Tirkiye, Îran, Iraq û Suriyeyê, serdestên piştgiriyê didin van rejîman jî çiqas li ser nenaskirina îradeya kurdan polîtîkayan bi rê ve bibin, ewqas bêçare dimînin. Helbet hêzên navdewletî ji krizên rejîmên li Rojhilata Navîn feydeyê digirin û dixwazin krîzên heyî berdewam bikin. Ji ber ku herêmê û rejîman bi kûrkirina krîzan kontrol dikin. Bona vê yekê jî xwe çiqas mîna xelaskaran nîşan didin jî, daxwaza wan kurkirina pirsgirêkan e...