Li bajarê Dêrikê jî Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger li navenda ciwanan a Şehîd Bawer belgefîlmek li ser jiyana 3 tekoşerên jin Sakîne, Fîdan û Leyla pêşkêş kirin. Fîlm bi tevlîbûna dehan jinên ciwan hate pêşkêşkirin. Piştî filmê Endama Kordînasyona Tevgera Jinên Ciwan Rûkan Xebat axivî û komkujiya bê bext a Parîsê şermezar kir. Rûken da zanîn ku komkujî li dijî îradeya jinana azad pêk hatiye.
Li Tirbespiyê jî Bi însyatîfa Jinên Ciwan ên Şoreşger û Yekîtiya Star bi hezaran kes bi armanca şermezarkirina komkujiya Parîşê meşiyan. Meş bi tevlîbûna hezaran welatiyê kurd, Suryanî û erebên ku ji Tirbespiyê, xeta Aliyan û Sinceqê ji ber navenda Ciwanên Şoreşger a Tirbespiyê destpê kir. Meşvanên ku alên YPJ/YPG, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û wêneyên tekoşera Kurd Sakîne Cansiz û hevalên wê vekiribûn û bê navber diruşmeyên dilsoziya bi dilsoziya bi jinan re berz dikirin. Meşvan heta çerxeriya Azadî meşiyan û li vir dawî li meşa xwe anîn. Li vir mîting destpê kir. Mîting bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre li ser navê sazî û rêxistinan axaftin hatin kirin. Piştî axafinan welatiyan bi diruşmeyan dawî li çalakiya xwe anîn.
NAVENDA NÛÇEYAN