
Şervanên Xezeba Firatê ji bo bi awayekî bi ewle gelê sivîl ji herêma operasyonê tahliye bikin Radyoya Dengê Reqayê ava kirin. Radyoya ku di ser frekansa 106.7’an de weşana xwe dike, bi du zimanan mizgîniya wekhevî, aştî û jiyaneke bi hev re dide gelan. Radyo ya ku li herêma operasyonê kêlî bi kêlî geşedanan radigihîne Reqayiyan, ji aliyê çapemeniya QSD’ê ve tê birêvebirin. Ji xebatkarên radyoyê Roder Miho, got ew bi radyoyê pêwendiyê bi gel re datînin û der barê operasyonê de agahiyan radigihînin. Miho diyar kir ku, di heman demê de ji bo gel bigihên herêmên ewle jî bangawaziyan dikin û wiha axivî: “Em hemû geşedanên operasyonê radigihînin gel. Di vê pêngavê de pêşaniya me ewlehiya mirovan e. Em ji gel re radigihînin ku, bê kuder di dest QSD’ê de ye û bê kuder di dest çeteyên DAIŞ’ê de ye.”
Bi gelek zimanan dê waşanê bikin
Miho ragihand ku, di heman demê de ew geşedanên Reqayê radigihînin cîhanê û şervanên li herêmên din jî û got: ”Bi vê rêbazê ew motîvasyon û moraleke baş li şervanên herêma peyda dikin.” Miho dest nîşan kir ku, ew 24 saet weşanê dikin û wiha diyar kir: “Her kes dikare li ser frekansa 106.7’an guhdariya radyoya me bike. Niha em tenê bi Kurdî û Erebî weşanê dikin. Di rojên pêş de dê ev dê rewş biguhere. Em ê bi gelek zimanan weşanê bikin. Em ê xwe bêtir bigihînin girseyan.”
Mizgîniyan didin
Miho anî ziman ku, di heman demê de radyo deng û biratiya gelan e û got, “Em mizgîniya jiyaneke bi hev re, azad û wekhev didin. Ji bo em xebatên xwe mezintir bikin pêdiviya me bi piştevaniya gel heye. Em ê destûra vê feraseta tarî nedin ku xakên me qirêj bikin. Em bi weşanên xwe bi hawariya gelê xwe ve diçin. Em ji wan re dibêjin, ‘hûn ne bi tenê ne, em hatine we rizgar dikin.’ Em ê dengê xwe gurtir bikin. Em dixwazin gelê Reqayê hembêza xwe ji zarokên xwe re veke.”